Serrûpel Nûçe “Hûn Bi Xêr Hatin, Kurdistana Tirkiyê!“

“Hûn Bi Xêr Hatin, Kurdistana Tirkiyê!“

Belav bike

Şeva berê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr di weşana zindî yê 5n1k yê de ligel weke hûn di serenavê xwendin de, em bûn xwediyê heremekê nû ya Tirkiyê. Ya rastî ji xwe em xwediyê vê bûn tene me navê wê guherand.

Piştî ku Serokwezîr Erdogan bo mesut Barzanî got, ‘Serokê Kurdistana Iraq’ divê xebitandinek wisa ne surprîz be. Naxwe ger hûn ji bo vê derê kurdistana Iraq bêjin, hel bet wê Osman Baydemîr jî derkeve û bêje Kurdistana Tirkiyê. Bêguman bikaranîna peyva ‘Kurdistan’ dê bibe sedema hin bertekan. Bi taybetî aliyên neteweperest, dê weke ku bi salane hemû çapemeniyan bi vê peyvê digotin welêt perçe dibe, ketine nav qisawetê û ji vê peyvê re hîn bûn dê ne hêsan be.   

Lê weke ku Turgut Ozal di bûyerek cuda de gotibû, ‘Dê ji vê re jî hîn bibin’…

Bikaranîna peyva ‘Kurdistan’ ê Serokwezîr Erdogan mixabin qasî “Ciwanên vî welatî, salan e ji ber tiştekî belasebeb can dan” berdel nedît. Rast e wan ciwanan ji ber tiştekî vala can dan lê vê yekê bi dil û can nekirin. Di sîstemekê ku ji vê re dibêjin eskeriya pêwist de ji ber polîtîkayên çewt ên siyasetmedaran û nûçeyên xelet ên çapemeniyê ji ber tiştekî vala mirin.

Her ku peyvê ‘Kurdistan’ dibihisîn, mûyê canê wan radibû. Ger hûn ji ciwanên neteweperest re bêjin ‘Faşsît’ û wan sûcdar bikin ev rêya asan e. Heya niha ev peyv peyveke lanetî bû û bi destê dewletê ve hat jiber kirin. Çapemenî ji hişê wan re wiha xist. Lê ger hûn kurdekî li Başûrê Rojhilat ê ku li kuçeyekê derbas dibe re bipirsin, û hûn hevokekê di hundirê vê de peyva Kurdistan derbas dibe ve biaxivin dê hûn ê bibînin ku bertekê ku ciwanekê rojavayê dide, wê nede.  

Heta ger hûn bê bertekiya wî re şaş bimînin dê ew ê jî şaşbûna we re şaş bimîne. 

Ji roja şemiyê heta niha ji bo hevdîtina mezin a li Amedê, gelek tişt hatin axaftin. Hûn dixwazin em ji çarçoveyeka cuda lê binerin. Hevdîtina şemiyê ji me re paradigmaya polîtîk ê ku guherî yê li Tirkiyê û Kurdistan, vedigot. Ev guherîn bê wate siyaseta her du alî yê ‘neteweperwer’ jî di nêz de eleqedar dike. Heya duh siyasetmedarên kurd tenê di mijara ‘neteweperwer’ de dihat nirxandin. Lê binerin siyasetmedarên kurd jî di navbera xwe de lihev nakin û cuda nin. Heta bi awayekê veşartî di nav xwe de dest bi pevçûnê jî kirine. Tê payîn ku di salên pêş me de di navbera kurdên Kurdistana Tirkiyê û Kurdistana Iraqê nîqaşên mezin bên jiyîn. Heta dibe ku têkoşîn û perçebûyîn jî bên jiyîn. Em vê yekê di mijara Kurdistana Sûriyê yanî li Rojavayê dît. BDP û Barzanî, ji bo Rojavayê xwediyê polîtîkayên dij in.  

Heya duh kurd li dijî Tirkiyeyê serê xwe hildidan lê dema ku sibê yan jî dusib rojekî kur dli dijî kurd serî hilbidin, hûn vê nivîsa min ji bîr nekin.    

Ev yek jî raste ku, peyva Kurdistanê hêj ji bo hin welatan bixetere ye û tê mena perçebûyinê. Ger peyva Kurdistanê dewletek perçe bike, ev welata ku dê perçe bibe ne Tirkiye ye Iraq e. Îro kesê ku dê bikeve fikarê ne ciwanê me yê li Îzmîrê ku li ser facebookê xebera diavêje Osman Baydemîr re ye. Divê kesê ku dê bikeve fikarê ciwanê Iraqî ye.  

Roja şemiyê em ji axaftinên serokan vêya dît ku dibe ku di pêşerojê de aştiya mezin a kurd û Federasyona Kurdistan a Tirkiyê ava bibe.

Ev girêdayê zagonî nebe jî bi deriyên sînorên ên sist ve û di pêvajoyekê aborî ya xurt de dikar bê jiyîn. Ger saziyeke wisa pêk bê, hûnê hemû tirs û wadên siyasî karin bavêjin çopê.

Duh Osman Baydemîr, di weşana zindî de bi rehetî got, ‘Kurdistana Tirkiyê’ û ev yek jî tê vê wateyê ku pêşvekirina kurd ê ku hikumet heya niha dimeşîne gihaştiye encamekê. Lê ev yek ne dawî ye. Bûyer dê hêj pêş ve herin.   

Kurdistana Tirkiyê, ji welêt û gel re xêr û xweşî be.

Ji aliyê Xeberênkurdî ve ji bo kurdî hatiye wergerandin