Sedema wê yekê jî, girtina 7 çalakvanên Kurdên rojhilat bû ji aliyê polîsên herêma Kurdistanê ve ku kevir avêtibûn konsolxaneya Îranê li Hewlêrê.
Her wiha Pîrbal riya trafîkê girt û got, wî dixwst biçe balafirxaneyê û nîvseetekê rê li ber balafirên Îranê bigirtiba.
Pîrbal gotibû eger heta seet 21.30 (duh) ew 7 girtî serbest neyên berdan, ewê, li ber girtîgeha Mihete
xwe bişewitîne.Piştre hevalên wî navbênkarî kiribûn, û Pîrbal mecaleke din dabû wezareta hundir.
AVESTA KURD