Şîrovegerên siyasî vê biryara PYD gelekî xeter dibînin û dibêjin ew planeke rêjîma SÛriyê ye ji bo ku bikaribe rê li pêşiya Kurdan bigire û wan bi rihetî bixe bin kontrola xwe û kengî xwest wan birûxîne.
Her wiha ew diyar dikin ku, PYD bi perçekirina Kurdistanê, hest û îradeya gelê Kurd hem li rojava hem jî li beşên din yên Kurdistanê binpê dike.
Heta niha rêjîma Sûriyê jî li dijî wê biryara PYD derneketiye û li hember bêdeng maye.
Berî vê parlamenterê Kurd di Parlamentoya Sûriyê Omer Osê, ku nêzîkî rêjîma Sûriyê ye got Esed ne li dijî birêveriya demkî ya PYD ye, her wiha hêzên eskerî yên ser bi PYD ve (YPG) hêzeyeke netewî û axa welat diparêze.
Tiştê balkêş ewe ku di vê meha dawiyê de, wezîrê Petrola Sûriyê çû serdana Rimêlanê (Bîrên petrolê li wir hene, herêma Kurdane û di bin destê PYD de ye).
Her wiha berî 2 rojan wezîrê berevaniya Sûriyê, çû serdana Qamişlo ye û ligel rayedarên rêjîmê civiya.
PYD Qamişlo ji xwe re kiriye paytexta rêveberiya demkî, lê ew bajar hîn di bin destê hikûmeta Sûriyê de ye û hemû dezgehên dewletê li wir li ser karê xwe ne.
AVESTA KURD