Îraqê ji bo çavê xwe ji hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê re bigire, çend merc ji Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz re danîne, yek ji wan mercan jî radestkirina cîgirê berê yê serokkomarê İraqê Tariq Haşimî ye, ku wek tawanbarekî dosya wî li dadgehên İraqê yekalî bûye û niha li Tirkiyê rûdine.
Heta niha hikûmeta İraqê razî nebûye ku Kurdistan petrola xwe bi rêya Tirkiyê bişîne bazarên cîhanê, ji bo vê mebestê jî berî du rojan Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz serdana Bexdayê kir û ligel berpirsên İraqî civiya. Li gor agahiyên rojnameya Basê, İraqê ji bo çavê xwe ji vê dosyayê re bigire cend merc danîne ber Yildiz, yek ji wan mercan jî radestkirina tawanbaran e wate radestkirina Tariq Haşimî ye ku zêdeyî salekê ye ji aliyê dadgehên İraqê ve bi terorê tê tawanbarkirin û niha li Tirkiyê ye.
Di vê derbarê de Endamê Parlamentoya Îraqê ser bi Tevgera Goran Hakim Şêx Letîf ji Basê re got: ‘’Ew daxwaza hikûmeta İraqê daxwazeke mantiqî û xwezayî ye. Herçiqas em piştgiriya vê daxwazê nakin jî, lê belê evna daxwazeke mantiqî ye û dibe ku yek ji şertên İraqê be.’‘
Şêx Letîf wiha axifî: ‘’Her rêkeftinek bê kirin herdu alî çend xalan îmze dikin, dibe yek ji wan xalên İraqê daku razî bibe Herêma Kurdistanê petrola xwe bi rêya Tirkiyê bişîne derve, radestkirina taanbaran be, eger tiştekî wiha jî hebe cîgirê berê yê serokkomarê İraqê Tariq Haşimî li xwe digire.’‘
Derheqa heman mijarê de, doh (02.12.2013) Sêyemîn Konferansa Navdewletî ya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kir, hejmareke zêde ya nûnerên şirketên mezin ên petrol û gazê beşdar bûn û dixwestin derbarê rewşa petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de agahiyan wergirin.
Li gor texmînên nû yên pisporên navdewletî, 45 milyar bermîl petrola yedek a Herêma Kurdistanê heye, bi baweriya pisporan, dibe ku ev rêjeya han zêdetir jî be ligel 3-6 trîlyon metrekup gaza xwezayî.
Rêveberê Giştî yê Şirketa Totalê ya Fransî li İraqê Manuel De Guillebon ji Basê re got: ‘’Şirketa me dixwaze di berhemanîna petrola Kurdistanê de rolekî girîng bibîne. Şiyaneke enerjiyê ya veşartî ya Herêma Kurdistanê heye, evna jî bo şirketên wek Totalê gelekî girîng e daku beşdarî berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê bibe.’‘
Şirjeta Totalê ku yek ji şirketên petrolê yên mezin ên cîhanê ye, di çar kêlgehên petrolê yên Kurdistanê de kar die. Derbarê siyaseta petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de jî, Guillebon wiha axifî: ‘’Siyaseteke zelal a petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê heye, dizane bo ku diçe û armancên wê çine, em hêvîdar in jî ku di zûtirîn dem de ligel hikûmeta federal a İraqê bigihin rêkeftinekê.’‘
Guillebon wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Niha karê me yê li Herêma Kurdistanê di qonaxa gera bi pey petrolê de ye. Ligel şirketa Maraton a Emerîkî ku em şirîk in me li kêlgeha petrolê ya Herîr petrol dîtiye û plana me wiha ye ku di du salên dahatû de petrolê berhem bînin.’‘
Di hevpeyvîneke taybet de jî ku hefteya dahatû dê were belavkirin, wezhirê berê yê petrola Vanezuellayê Alirio Parra ji Basê re wiha axifî: ‘’Şiyana petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê hê tam derneketiye û maye heta bigihe zîrveyê. Lê bi baweriya min niha Kurdistan bûye navendeke petrol û gazê di cîhanê de û dikare di vî warî de bandorê li rewşa enerjiyê ya cîhanê bike, ku di çend salên dahatû de Kurdistan dikare rojane du milyon bermîl petrol berhem bîne.’‘
Hêjayê gotinê ye niha zêdeyî 50 şirketên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê kar dikin wek Exxon Mobil, Chevron, Gazprom a Rûsî û çendîn şirketên din. Basnews