Taner Yildiz, beşdarî 3yemîn Konferansa Neft û Gazê ya Kurdistan-Iraqê bû û paşê jî bi Wezîrê Çavkaniyên Suriştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Yildiz diyar kir ku di navbera Tirkiye, hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de têkiliyên xurt hene û wiha dewam kir: “Em dewleteke dadmend in. Em bawer dikin ku ew peymanên ku em çêdikin ger taybet bin, ger bi saziyên qamûyê re bin, hemû ji bo yekîtiya Iraqê ne. Çi ji bakur û başûrê Iraqê be, çi ji rojhilat û rojavayê Iraqê be ferq nake. Madem Iraq yekpare ye, wê demê divê ku em ji bo hemû herêman projeyan çêkin. Me bi Bakurê Iraqê re peyman çêkir, lê ev pêvajoyeke berdewam e.”
Yildiz destnîşan kir ku beriya ew werin Bexdayê bi Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Huseyîn Şehrîstanî û Neçîrvan Barzanî re li ser nivîsara ku dê di civîna çapemeniyê de diyar bikin xebitîn. Ji bo ku çewt neyê fêmkirin ez ê nivîsarê bi sê zimanan bixwînim.
Yildiz nivîsar bi tirkî, îngilizî û erebî xwend û wiha got: “Em ji bo ku projeyekê bidin destpêkirin bi destûra hikûmeta navendî ya Iraqê dixwazin ji Herêma Kurdistana Iraqa Federal petrolê bistînin. Ev proje dê ji bo hemû alîyan bibe sedema xêrê. Nivîsara me ya hevpar ev e.”
– “Dibe ku em li Hewlêr, Bexda an jî Ankarayê bicivin”
Yildiz got: “Em xebatên xwe bi rêz û hurmetê dimeşînin. Dibe ku em civînên xwe yên sêalî li Hewlêr, Bexda an jî Ankarayê bidin destpêkirin. Em dixwazin ku ev, di rewşeke lihevkirî de bimeşe.
Wezîr Yildiz li ser pirsa “We ji bo nefta Kurdistanê destûra hikûmeta navendî ya Iraqê hilda?” jî got: “Beriya ku biçin Bexdayê me bi birêz Şehristanî re hevdîtineke semîmî kir. Jixwe em li ser peymana ku me bi Bakurê Iraqê re çêkir sekinîn, lê em dixwazin hikûmeta navendî ya Iraqê jî tev bibe. Em ê li Bexdayê an li Hewlêrê bicivin? bila biryara vê, gelê Iraqê bide. Em ji herduyan re jî rêzê digrin.”
Yildiz li ser pirsa “Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan peyva ‘Kurdistanê’ bi kar anî, lê hûn çima di axaftinên xwe de dibêjin Bakurê Iraqê?” wiha got: “Destûra Bingehîn a Iraqê jê re dibêje “Kurdistan“. Ev nav me nedanî ser. Ji ber vê yekê em li ber rêz digrin û bi vî navî xitabî lê dikin.” (AA)