Serrûpel Nûçe Petrola Kurdistanê wê li cîhanê were firotin

Petrola Kurdistanê wê li cîhanê were firotin

Belav bike

Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayê beşdarî konferensa Atlatic a warê enerjiyê de kir û di konferensê de, li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê,  peyvek pêşkeş kir.

Hewramî di gotara xwe de got ku, roj bo rojê bîrên neftê yên nû li herêma Kurdistanê tên dîtin û ji bo ku herêma Kurdistanê yek milyon bermîl neft di rojekê de bo derve bişîne derfetên minasib li berdest hene:

-       Xwesteke herêma Kurdistanê ewe ku, du milyon bermîlên neftê di rojekê de bo derve bişîne. Lê ji bo vê yekê jî hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi teknolojiya pêşkeftî û rakêşana boriyên neftê û tecrûbeya navdewletî heye.

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê di peyva xwe de got ku, hinartina neftê û gaza xwezayî bo derve mafekê rewa yê herêma Kurdistanê ye û destûra Îraqa federal ew maf ji herêma Kurdistê re deye û ”pêwîst nake moletê ji tu kas û aliyan wergirin.”

Hewaramî got ku, eger tu pirsgirêkên nû dernekevin pêş di destpêka sala nû de herêma Kurdistanê dê dest bi hinartina neftê bo derve bi rêya Tirkiyeyê bike:

-       Dabeşkirina dahatiniyê neftê di navbera Hewlêr û Bexdayêl de gelek giring e, em xelkê Îraqê ne û em dixwaz in berjewendiyên Îraqê biparêz in û em di vê çarçoveyê de tevdiger in. Lê di vê qonaxê de kas naxwaze bi mere danûstandin bike û ev deh sala em sebir dikin.

Wezîrê samanên xwezayî dibêje ku, herdema xwestin çavdêriya dahatinî û karên warê enerjiyê li herêma Kurdistanê bê kirin, hîngê ”em bi dilxweşî dibin, çunkî me tu tişê veşatî nîne.” rojevakurd