Ew sernivîserê Govara Rayel û nûçegîhanê Rojnameya Awêne bû li bajarê Kelar hate kuştin.
Peyvdarê Polîsê Germiyan Muqedem Hesen Mihemd Salih bo Malpera Xendan ragihand ku, beriya demekê rojnamevan Kawa Germiyanî li hemberî mala wî ji aliyê çend kesan ve teqe li wî hat kirin ku di encam de birîndar bû.
Peyvdarê Polîsê Germiyan`ê got: Piştre ew rojnamevan bi birîndarî bo nexweşxaneyê hate guhastin lê di encam de jiyana xwe ji dest da.
Kawa Germiyanî Sernivîserê Govara Rayel e ku govarek sivîl e ku heyva carekê li bajarê Kelar`ê derdikeve, hevdem ew rojnamevan û nûçegîhanê Rojnameya Awêne ye jî. (Xendan)