Serrûpel Nûçe Ocalan: Divê gavên pê bawer bên avêtin

Ocalan: Divê gavên pê bawer bên avêtin

Belav bike


Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan, berfirehiya hevdîtina 7’ê Kanûnê ya heyeta BDP-HDP a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji ANF’ê re vegot.

Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan got, “Hevdîtina me ya bi Birêz Ocalan re 2 saet û 15 deqeyan dewam kir. Me civîneke girîng û berhemdar pêk anîn. Birêz Ocalan mîna her carê bi rayedar re li odeya emê hevdîtinê bikin, radiwestiya. Di warê tenduristiyê de baş û gelekî bi moral bû. Ev rewşa wî ya bi moral di dema civînê de jî dewam kir. Diyar kir ku di mijara tenduristiya wî de pirsgirêkeke balê dikşîne nîne.”

‘LI GEVERÊ TILIYA DEWLETA PARALEL HEYE’

Bûldan wiha axivî: “Destpêkê xwe li me guhdarî bike. Ez, Birêz Îdrîs (Balûken) û Rêzdar Sirri (Onder) em axivîn. Me hevdîtinên xwe yên mehekê, rewş û pêşketinên hatin jiyîn, nirxandin. Hem hevdîtinên bi Qendîlê re hem jî hevdîtinên bi rayedarên hikûmetê re me ragihandin. Ji bilî vê, komkujiya li Geverê xwedî rojeveke taybet bû. Li me guhdarî kir û dûre dest bi axaftinê kir. Me nêrîn, pêşniyar û nirxandinê wî girt. Di navberê de pirs li me kir, me jî bersiv da.

Beriya her tiştî komkujiya li Geverê nirxand. Xemgîniya xwe ya ji ber qetilkirina du mirovan anî ziman û ji malbatan, gelê Geverê û gelê Kurd re sersaxî xwest. Dûre bûyer şîrove kir û got, ‘Bêhja provokatoriyê bi temamî ji komkujiyê tê; lewma di nav de dewleta paralel, tiliya wê heye. Di pêvajoyên bi vî rengî de lîstikên wiha, komkujiyên bi vî rengî dikarin rû bidin.’ Anî ziman ku di her pêvajoyên aştiyê de bûyerên wiha rû didin, divê li hemberî vê hişyar û baldar bin. Diyar kir ku li bajarên mezin jî dikarin provokasyonên wiha derkevin holê. Û em û gel hişyar kir; ji me xwest, em hişyar bin. Dema behsa bûyerên li Geverê kir, me dît ku gelekî xemgîn e.”

‘PÊWÎSTE GEL XWE BIPARÊZE, TEDBÎRA XWE BIGIRE’

Bûldan ragihand ku Ocalan pêşniyar li gel kiriye ku hem xwe biparêze, hem jî baldar be û axaftina xwe wiha dewam kir: “Birêz Ocalan da xuyakirin ku di pêvajoya aştiyê de pêwistî bi guherîn û veguherînekê di zîhniyetê her kesî de heye. Diyar kir ku li çiya leşker-gerîla çek danî lê belê li nava bajêr polîs hînê çekê bikar tîne; gule li gelê sivîl reşandiye û divê ev nebe. Destnîşan kir ku divê gel jî di vî warî de hişyar û baldar be. Ragihand ku dewleta paralel di vê pêvajoyê de li ser sehnê ye, ji bo pêvajoyê têk bibe di nava tevgerê de ye, li benda rewşeke bi vî rengî ye. Birêz Ocalan got, ‘Bêguman mirov li dijî her şêweyên xeteriyê ne. Dê tedbîra xwe bistîne. Lewma divê gelê Kurd jî xwe biparêze, tedbîra xwe bistîne.’ Û bi taybetî dûbare kir ku divê li hemberî provokasyonan hişyar bin.”

PÊŞNIYARÊN LI HIKÛMETÊ

Bûldan diyar kir ku Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê pêşniyar li hikûmetê kiriye û got, “Der barê pêvajoyê de bêguhman nirxandin kir. Yên divê werin kirin careke din ragihand. Yên ji niha û pê ve divê werin kirin. Got, ‘Bi hêvî me, hêviya xwe diparêzim, pêvajo dikare bi pêş ve biçe’ û ev yek destnîşan kir. Bêguman ragihand ku hin bendewariyên wî ji hikûmetê hene û ev yek jî bi sê madeyan xist rêzê. Ya yekemîn; Destnîşan kir ku divê formuleke hiqûqî yan jî bingeheke qanûnî hebe. Got, ‘Civîna me ya li vê derê jî bi rêbazeke korsanî tê kirin; ji ber ku ne kadroyê xwe ne jî belgeya xwe heye.’ Xwest kadro, belge û qanûna van civînan hebe; û ev yek jî weke nebe nabe ya muzakereyan bi nav kir. Got, ‘Niha hûn jî, em jî, heyet jî sûc dikin. Divê li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin. Pêwîste bingeha qanûnî bi lezgînî were danîn.’

Birêz Ocalan weke maddeya duyemîn jî xwest, 8 komîsyon teqez bi projeyan werin destnîşankirin. Ji me xwest di vî warî de bi hikûmetê re hevdîtinan bike. Beriya niha jî ev sernav aşkera kiribû; 8 komîsyonên weke komîsyona aboriyê, komîsyona azadiyê ya jinê, komîsyona hiqûqê…Yek bi yek nenirxand, lê belê bi awayekî giştî pêşniyar ki rku ev her 8 komîsyon bicih werin anîn.

Weke xala sêyemîn jî xwest desteke şopandin yan jî desteya hakem bê avakirin. Got, ‘Ev deste dê hişyariyan bide aliyan, pêvajoyê bişopîne’ û der barê vê de mînak da û got, ‘Çawa ku ji bo li ser sacekî nan were çêkirin sê ling divê, di vir de jî pêwistî bi hêza sêyemîn heye. Sac bi du lingan nabe, li ser sacê bi du lingan nan çê nabe, xwarin çê nabe. Pêwistî bi lingê sêyemîn heye. Di vir de jî pêwîste heyeta çavdêr a sêyemîn hebe.”

DAXWAZA HEVDÎTINA BI ÇAPEMENIYÊ RE

Bûldan da zanîn ku Ocalan daxwaza hevdîtina bi komeke ji xebatkarên çapemeniyê re careke din aniye ziman û wiha axivî: “Der heqê xwe de xwest komeke ji çapemeniyê biçe Girava Îmraliyê. Xwest nêrîn û pêşniyarên xwe bi xwe ji raya giştî re ragihîne. Birêz Ocalan li me vegeriya û got, ‘Weke heyeta siyasî hûn jî diçin û tên, lê belê ji bilî vê divê heyetên din jî werin. Komeke çapemeniyê jî dibe. Hevdîtina bi komeke çapemeniyê re girîng e. Di mînakên cîhanê de yek ji lingên herî girîng ên muzakereyan e.’Girîng dibîne ku yekser xwe li pêşberî raya giştî îfade bike.”

‘ROJ ROJA YEKITIYÊ YE, DIVÊ KES NEXEYIDE’

Bûldan diyar kir ku Ocalan di hevîtinê de aniye ziman ku girîngiyeke mezin dide hilbijartinên herêmî û got, “Ez girîngiyeke mezin didim hilbijartinan. Divê sîstema Hevserokatiyê were pêşxistin û li her derê ev sîstem bê rûniştandin. Hevserokatî gerdûnî û wekhevparêze. Pêwîste kotaya jinê êdî ji jiyanê bê derxistin. Divê sîstema Hevserokatiyê, kotaya jinê bê wate bike. Hewceye li her derê temsîlkariya wekhev, temsîlkariya jin û mêr hebe. Dema namzet hatin diyarkirin, divê bal li ser vê be.”

Bûldan axaftina xwe wiha dewam kir: “Birêz Ocalan hinekî mijara HDP-BDP nirxand. Careke din anî ziman ku divê li Kurdistanê BDP, li Tirkiyê jî HDP beşdarî hilbijartinan bibe. Destnîşan kir ku mîsyon û rola HDP’ê ya di vê pêvajoyê de girîng e û pêwîste hevalên HDP’yî jî serketineke mezin nîşan bidin. Li Birêz Sirri Sureyya Onder vegeriya û got, ‘gengaz e û diyar e hûnê bibin namzet’ û ji Birêz Sirri re serketin xwest.

Di heman demê de ji tevahiya namzetan re yek bi yek serketin xwest. Destnîşan kir ku divê bi ti awayî rewşên xeyîdok, dilşikestî nebin. Got, ‘Roj roja yekitî û yekbûyînê ye. Roja tevgera bi hev re ye’ û ji her kesî xwest rewşa xeyîdokî deynin aliyekî û di mijara serketin û bi destxistina dengan de hesaban bikin.”

‘PÊWÎSTE HILBIJARTIN Û PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ BI HEV RE BIMEŞIN’

Bûldan diyar kir ku Ocalan gotiye ‘divê pêvajoya aştiyê nebe qurbanê hilbijartinan’ û ev gotinên Ocalan ragihand: “Pêwîste hikûmet êdî tiştekî berçav bike. Bêguman li pêş me pêvajoya hilbijartinê heye. Divê ev pêvajo bi ti awayî dernekeve pêşberî pêvajoya aştiyê. Bêguman pêvajoya hilbijartinê girîng e, lê belê pêvajoya muzakereyê girîngtir e. Bila kes hesabên hilbijartinê neke. Em çiqasî pêvajoya muzakereyan bi pêş bixin, ewçend emê karibin Tirkiyê demokratîk bikin. Pêwistî bi vê heye. Lewma pêwistî bi avêtina gavên pê bawer heye. Hilbijartin ji bo her kesî girîng e, ji bo me jî bi vî rengî ye. Divê em jî bi gel re baş bixebitin û serketinê nîşan bidin. Lê belê divê bi awayekî paralel pêvajoya aştiyê jî bi pêş bikeve. Pêwîste pêvajoyên hilbijartin û muzakereyê bi hev re bimeşin. Divê pêvajoya aştiyê qurbanî hilbijartinan neyê kirin.”

SILAV JI GIRTIYAN Û ROBOSKÎ RE, JI BO MANDELA SERSAXÎ

Bûldan ragihand ku Ocalan xwestiye girtiyên nexweş bên berdan û silavên xwe yên taybet ji wan re şandiye. Bûldan got, “Birêz Ocalan silavên xwe li girtyên nexweş û hemû girtiyên li tevahiya girtîgehan kir. Silavên taybet li Girtîgeha Gebze kir. Xwest girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Got, ‘Jin û ciwanan bi taybetî silav dikim.’ Anî ziman ku ewê peyamek ji bo malbatên Roboskî piştre ragihîne. Bawerim dê di nava du sê rojan de peyameke bi vî rengî ya kurt bişîne û emê jî di salvegera Roboskî de bi malbatan û raya giştî re parve bikin. Di heman demê de sala nû ya gelê me û tevahiya gelên cîhanê pîroz kir; hêviyên xwe yên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê anî ziman.

Der barê Mandela de peyameke wî ya kurt hebû. Got, ‘Ji dil ve girêdaneke me bi wî re hebû. Di çarçoveya vê dilsoziyê de, hestiyarî û dilsoziya wî ya bi gelê Kurd re bû sedem ku di dilê me de ji wî re dilsozî û rêzdarî ji bo wî çê bibe. Stêrka şewq dida ku gelên Efrîkayê ronî dikir. Emê jî şewqa wê stêrkê bînin Rojhilata Navîn” û ji me xwest ku peyamên xwe yên serxweşî û sersaxiyê bigihêjînin cih. Bi hêviya ku di destpêka sala 2014’an de hev bibînin, em ji wir vegeriyan.” (ANF)