di vê derbarê de Sernivîskarê rojnameya Rêga a Partiya Komunîst a Kurdistanê Taha Silêman ji BasNewsê re got: ‘’Destê kesên din jî di vê bûyerê de heye û divê ew jî bên girtin û bi awayekî eşkere bên dadgehkirin. Herwiha dezgahên ewlekariyê Partiya Komunîst agahdar kirine ku 4 kes li ser bûyerê hatine girtin.’‘
Kawe Ehmed ku wek Kawe Germiyanî dihat naskirin şeva pêncşema borî (5/12/2013), ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ve ku otomobîleke curê “Land Cruiser” ligel wan bû, li ber mala xwe ya li taxa Serkewtin a bajarokê Kelarê hatibû kuştin. (BAS)