Nûnerê PYD yê Herêma Kurdistanê Cafer Hannan got, “Agahiya me ne ji navbeynkariyeke wiha ne jî ji civîneke wiha heye.”
Li aliyê din nûnerê BDP li herêma Kurdistanê Cemal Coşkun got, ew nûçeyên ku dibêjin wê Leyla Zana û Osman Bayder di navbera PYD û partiyên din de navbênkariyê bikin derewin û dûrî rastiyê ne.
Li ser hatina Leyla Zana ji bo herêma Kurdistanê û hevdîtinên wê, Coşkun got, tu pêwendiya wan bi hatin û çûna wê re tune ye, û ew ji karûbarên wê ne agahdar in.