Serrûpel Nûçe “Dibe ku careke din şer dest pê bike”

“Dibe ku careke din şer dest pê bike”

Belav bike

Bayîk ji kovara înglîzî Forin Polisî re axifî û got hikûmeta Tirkiyê bi wê piştgiriya xwe ya ji bo radîkalên Îslamî li Sûriyê, pêvajoya aştiyê dirûxîne.

Hevserokê KCK Cemîl Bayîk, di hevpeyvîna xwe de, dibêje tirkiyê li aliyekî dibêje ku ew aştiyê dixwaze li aliyê din jî pişta wan grupên çete digire, bi wî awahî ew dawî li pêvajoya aştiyê tîne.

Navborî her wiha berdewam kir û got, Ewl Qaîde û grûpên din yên weke wê radîkal, êdî rolekê di stratejiya rojhilata navîd de dilîzin.
 
Bayîk, eşkere kir ku astenga herî mezin li pêşiya El Qaîde, rojavayê Kurdistanê ye.

Her wiha ragihand ku wê siyaseta Tirkiyê li herêmê lawa bibe û paşve biçe.

Li aliyê din Cemîl Bayîk got, ji ber ku Tirkiyê mafê Kurdan yê bingehîn hîn jî qebûl nekiriye, dibe ku li wir careke din ji nû ve şer dest pê bike.