Serrûpel Nûçe “Em bi qaçaxî petrolê naşînin derve”

“Em bi qaçaxî petrolê naşînin derve”

Belav bike

Di hevpeyvîna xwe de Barzanî ew idîayên cîgirê serokwezîrê Îraqê Hisên Şehristanî red kirin û got şandina petrolê mafekî destûrî ye û destûrê ew maf daye wan.

Şehristanî gotibû herêma Kurdistanê petrolê bi qaçaxî direvîne derve ne ku dişîne.

Li ser şerê li Sûriyê û rewşa Kurdan li wê derê, serokwezîr Barzanî, hikûmeta Bexdayê li hember penaberên Sûriyê gelekî xemsar e û guh nade wan.

Barzanî her wiha diyar kir ku Bexda, hebûna penaberên SÛriyê, ji xwe re nake xem û weke pirsgirêkekê nabîne.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: Li cem me 250 hezar penaber hene, Bexdayê 10 mîlyon Dolar ji wan re terxan kiribû, lê belê ew wiha tevdigere weke ku qet tiştek nebûbe. Her wiha ew heta niha nizane ka çi bi wan peran hatiye, ji bo ku di xemeta wan penaberan were xerckirin..

Li ser hebûna çekdarên ji herêma Kurdistanê li Sûriyê serokwezîr got, wan dest bi lêkolînekê kirine ji bo ku bizanibin ka çi dibe sedem ji bo ku ew biçin li Sûriyê di nava grûpên Îslamî de şer bikin. Rûdaw