Serrûpel Nûçe Petrola Kurdistanê li kuderê heye?

Petrola Kurdistanê li kuderê heye?

Belav bike

Ka em binêrin çend zeviyên petrolê li kuderê hene û yedeka neftê li wan deran çiqas e.

1. Zeviya tawkê

Kompaniya karker : DNO

Welat: Nerwêc

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 150 hezar bermîl

5. Zeviya Sersingê

Kompaniya karker : HKN

Welat: Amerîka

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 50 hezar bermîl

10. Zeviya Etrûşê

Kompaniya karker : TAQA

Welat: Îmarat

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 50 hezar bermîl
 
11. Zeviya Şêxan

Kompaniya karker : Golf Keystone

Welat: Berîtanya

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 150 hezar bermîl

14. Zeviya Akrê

Kompaniya karker : MOL

Welat: Hengarya

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 150 hezar bermîl

17. Zeviya Berdereş

Kompaniya karker : Afren

Welat: Serbixwe ye

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 50 hezar bermîl

28. Zeviya Binebawî

Kompaniya karker : MOL

Welat: Hengarya

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 50 hezar bermîl

34. Zeviya Teq Teq

Kompaniya karker : Genel Energy

Welat: Turkiye

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 175 hezar bermîl

36. Zeviya Mîran

Kompaniya karker : Genel Energy

Welat: Turkiye

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 30 hezar bermîl

39. Zeviya Topxane

Kompaniya karker : Talisman

Welat: Kanada

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 30 hezar bermîl

48. Zeviya Kurdemîr

Kompaniya karker : Talisman

Welat: Kanada

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 40 hezar bermîl

49. Zeviya Germyan

Kompaniya karker : Western Zagros

Welat: Kanada

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 50 hezar bermîl

52. Zeviya Xormor

Kompaniya karker : Dana Gas

Welat: Îmarat

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 15 hezar bermîl

55. Zeviya Xormele

Kompaniya karker : Kar Group

Welat: Kurdistan

Yedekê Berhemhênanê: Rojane 150 hezar bermîl

Em werin ser Bakurê Kurdistanê

Batman

Batman – bi petrola xwe parêzgeha herî dewlemend e.

Çend zeviyên petrolê li Batmanê hene.

Zeviya Raman, yedekê wê 1.85 milyar bermîl e û rojane 7 hezar bermîl neft berhem dide.

Zeviya Gozloce, yedekê petrolê 138 mîlyon bermîle û rojane 1500 bermîl neft berhem dide.

Zeviya Dînçer, rojane 400 bermîl neft jê derdihat, yedekê vê zeviyê 55 milyar bermîl e.

Zeviyeke din jî heye bi navê Çamirlo, ew li ser sînorê Turkiyê û Îranê ye, rêjeya rojane 100 metroyên sêkoşe ye, ji nefta xav.

Zeviya nefta Êkîztepe yedekê vê zeviyê 53 melyon bermîl e, niha rojane nêzîka 400 bermîl neft berhem dide.

Zeviya Garzan yedekê vê zeviyê 163 mîlyon bermîl e û rojane 1700 bermîl neft derdixe.

Adiyaman
   
Li Adiyaman jî zeviyeke petrolê heye, yedekê wê 72 mîlyon bermîl e û rojane 800 bermîl neft berhem dide.

Diyarbekir

Zeviya nefta Diyarbekir di sala 2009 de hatiye dîtin, rojane 250 bermîl neft derdixe, yedekê vê 16 melyon bermîl e.
 
Rojhilatê Kurdistanê

Di van çend salên borî de, Îranê dest bi gerîn û dîtina zeviyên net û gazê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Yek ji zeviyên petrolê li rojhilatê Neftxane ye, ew ser bi parêzgeha Kermaşanê be ye, berî şerê Îran û Iraqê, rojane nêzîkî 10 hezar bermîl jê dihat. Zeviya Neftxane li ser sînorê Îran û Turkiyê ye û ligel zeviyên bajarê Xaniqînê li Başûrê Kurdistanê hevbeş e.

Zeviya Tengbêcar, ew zeviya gaza siruştî ye li parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev zevî dikare rojane 7 melyon metroyên sêkoşe gaza siruştî derxîne.

Rojavayê Kurdistanê

Li gor amarên pisporên neftê sedî 50 ji nefta Sûriyê ji Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê derdikeve.

Zeviyên petrolê yên herî navdar li rojavayê Kurdistanê:

Rimêlan, Dêrîk e, , û Swêdiyê ye.

Zeviyên Rimêlan, Dêrik, Qereçok û Swêdiyê, yên herî dewlemendin, bi petrola xwe.

Ew di navbera salên 1958-1963 hatine dîtin. Di sala 1968 de dest bi berhemhênana nefta xav bi şêweyekî bazirganî hatiye kirin û ji sala 1974 ve nefta herêmên rojavayê Kurdfistanê ji bo refînerên Homsê û Banyasê dihate şandin.

Kompaniya nefta Sûriyê û hinek kompaniyên rûsî, kirwatî û çînî di van zeviyan de kar dikin.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Sûriyê, berhemê zeviya Swêdiyê berî şerê navxwe rojane 116 hezar bermîl bû û ev zevî mîna zeviyên zêrîn li sûriyê têne binavkirin.

Dema ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê nekiribû, bi giştî li Rimêlan û derdora wê, rojane bêhtirî 200 hezar bermîl neft derdiket. (Jêder: Rûdaw)