Salih Mislim, êdî weke berê di nava hevalên partiya xwe de jî pir nayê qebûlkirin û wî tewanbar dikin ku wî derbeyên siyasî li PYD xistiye û ew bûye sedema w yekê ku PYD di dîplomasiyê de têk biçe.
Endamê serokatiya PKK Mustafa Karasu jî, di nivîseke xwe de ku di rojnameya Ozgur Politika de (li Almanya derdikeve) rexneya li Salih Mislim digire û dibêje tesbîta wî ya li ser nêzîkbûna Tirkiyê ji rojavayê Kurdistanê şaş e, wiha dibêje:
“Saih Milsim dibêje Tirkiyê weke berê alîkariya çeteyan nake, ew tesbîteke şaş e. Ya rast ewe ku di pratîkê de diyar dibe ku wê Tirkiyê dest ji piştgiriya çeteyan bernede…”
Li gora nûçeyeke televîzyona Rûdawê jî ku du di seet 19.00 hate weşandin, balkêş bû ku di van hevdîtinên duh de ya di navbera her du encumenên Kurdên Rojava de ligel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Salih Mislim nehate vexwendin.
Weke tê zanîn ji ber wan daxuyaniyên xwe yên di derbarê başûrê Kurdistanê li Salih Mislim hatibû qedexekirin ku derbasî başûrê Kurdistanê bibe.
Her wiha wî xwestibû biîe Tirkiyê û li wir beşdarî meşeke piştgiriya rojavayê Kurdistanê bibe, li wir jî derbasbûna Tirkiyê li wî hatibû qedexekirin.
Ew niha li Ewropa, bi piraniya li Bruxselê dimîne, ew der ji xwe re kiriye navenda xebata xwe.
AVESTA KURD