Namzediya we ser xêrê be. Hûn dest bi xebatê kirin?
Helbet me dest bi xabatê kir. A rastî ne hewceye ku ez ji hilbijartinan re amadehî bikim. Ji xwe ez tim di nav gel de me. Ji hilbijartinan re hêj 3 meh û nîv maye. Dibêjin ku ji AK Partiyê namzet bûyina Diayrbekirê zor e. Ez ji vê yekê re bawer nakim. Diyarbekir bajareke Tirkiyê ye û ez bisalan e li vir siyasetê dikim. Ji gele Diyarbekir û heremê re deynê me yê xizmetê heye. Ger însan ji welatê xwe ji gelê xwe re xizmetê bike, ev şerefekê ye. Daxwaza min a herî mezin Şaredariya Amedê ye.
Weke hûn namzed in, Armanca we ya Diyarbekirê çi ye?
Ez beriya armancên xwe dixwazim li ser şaredariyê hin tiştan bêjim. BDP him li Amedê û him jî li bajarên heremê yên din şaredariyan bi rê ve dibin. Lê di nav vê demê de, di mijara xizmetê de ewqas tecrubedarin jî dîsa xizmetek baş li holê tune ye. Îro di serî de Amed, li gelek cihên ku BDP birêvedibe pirsgirek nehatine çareser kirin. ev ne raste ku mirov beje çavkanî têrê nake.
Ji bo çi wisa ye?
Ji bo ku BDP di hilbijartinan de ne li ser xizmetê, li ser siyaseta nasnameyê, li ser pirsgirêka kurd propagandayê dike. Lê ji xwe siyaseta nasnameyê li meclîsê û mecrayên din ji xwe tên kirin. şaredariyan jî cihê ku ji gel re xizmetê dike ye. Pirsgirekên heremî her tim dikin rêza duyem û girîng naye dîtin. Divê em vêya beravajî bikin. Vê carê em dixwazin dema hilbijartinê em ne pirsgirêka kurd û ne tundiyê, em dixwazin xizmeta heremî, pirsgirekên heremî biaxivin. Û em dixwazin bibin şaredarê herkesî.
5 sal şûnde xeyalek we ya Diyarbekirek çava heye?
Xeyala min ev e ku divê Diyarbekir dîsa bibe Parîsa Rojhilatê. Diyarbekir bajarekê ku dîroka vî digihije hezaran salan e. Lê me vê taybetiya wê, baş nenirxand. Divê em dîsa Diyarbekir rakin ser piyan û ji nû vê wê ava bikin. Em dixwazin ku bedenen Diyarbekir û nav bajêr û dîroka Diyarbekir derxin holê û bajêr ji nû ve plan bikin. Bi taybetî em dixwazin ji çavkaniyên hikumetê sûdê werbigrin û ji bo hemwelatiyên me yên feqîr avahî çekin.
Ne tene navenda bajêr, em dixwazin navçeyên Amedê jî çekin û pirsgirekên 30 salî ji holê rakin. Em dixwazin pirsgirêka binêsaziya Diyarbekir di nav 2 salan de bi temamî çareser bikin. Plana çalakî ya GAPê wê dinav du sê salan de biqede. Em ji bo ku Diyarbekir bibe navenda tekstîl ê giring a dinyê, proje amade dikin. Armanca me ya Diyarbekir a 5 sal şûnde: Em dixwazin bajareke ne tenê koçê dide, bi derfet û fersendan re bajareke ku koçê digre ava bikin.
Bi hatina Barzanî li heremê hewayeke erênî pêk hat. Êdî gotina ‘Kurdistan’ê jî tê telaffuz kirin. Hûn jî vê yekê bi kar anîn. Ewna nîşanên normalbuyine gelo?
Min xwest ez îfade bikim. Dema ku Tirkiye normal dibe, tundî pêk naye, pevajoya çareseriyê didome gel jî riht dibin û mirov dikare hin gotinan Jî bikar bîne. Ger însan nemirin û mirov qanî bibe ku welat perçe nabei dê li Tirkiyê her tişt bê axaftin. Peyva Kurdistanê jî wiha ye. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê hewayeke erênî ava kir van tiştan tên axaftin.
Hûn nameyên gef ên çava digrin?
Di destê me de nameyên, ‘nebin mamzed’ ên ku ji namzedên me re hatine şandin hene. Ez bawer nakim ku erîş, bi vê yekê re biqede.
Dibe ku çi bibe?
Erîşên avahiyên me yên li bajêr û navçeyan. Ji xwe pêk hat jî. Ez ditirsim ku van provakasyonan zêde bibin. Kurd bi salan li dijî zulm û tundiyên sîstema vesayetdar, berxwe dan. Niha Tirkiye demokratîk bû, pêvajoya çareseriyê jî dê bi serkefti bigihêje serî. Di vê holê de edî tundiyê li gel kirin û ipotek ne ewqas rihet e. Îro êdî daxwaza nasnameyê, daxwaza mafê, daxwaza wekheviyê ne ji rêya tundiyê, ji siyasete derbas dibe. Qenalên siyasete êdî vekiriye û hêj jî vedibe. Di vê mijarê de baweriya me herî zêde ji gel heye. (Xeberên Kurdî)