Serrûpel Nûçe Salvegera mirina Eyşe Şanê bû

Salvegera mirina Eyşe Şanê bû

Belav bike


Çîroka jiyana Eyşe Şan di sala 1938’an de li Diyarbekrê di nav stran û kilamên Kurdî de destpê dike.

Lewra Bavê Eyşe Şanê  dengbêj bû. Ji ber vê jî  li mala wan her dem dîwana dengbêjan dihat avakirin û dengbêj di wan dîwana de bi hev re stran digotin.

Eyşe Şan jî di civata jinan de bi gotina lawijan ve dest bi jiyana xwe ya muzîkê dike.

Eyşe Şan weke Eyşana Kurd, Eyşe Xan û Eyşana Elî jî tê naskirin.

Jiyana Eyşana Kurd di nav derd û keser, êş û kulê dinê de derbas dibe.

Eyşe Xan piştî ku di 9 saliya xwe de bavê xwe winda kir, ji ber hin zordariyan koçî Entebê dike.

Ji Entebê jî ji ber tengasiya aboriyê di sala 1963’an de diçe bajarê mezin Stenbolê.

Eşana Kurd ya ku li Stenbolê bi stranên Kurdî û Tirkî ve konser dida, bi strana “ay dil” ve dibe hunermendeka bi nav û deng.

Eyşa Xan piştî vê stranê  albûmeka Kurdî û Tirkî derdixe û bi vê albûmê jî li giştiyê welêt deng vedide.

Ji ber ku di wê heyamê de li ser zimanê Kurdî hin qedexe hebûn, Eyşe Şan berê xwe dide xerîbiyê û diçe Elmanyayê.

Eyşana Elî Li welatê biyanî pitika xwe ya 18 mehî winda kir û li ser mirina pitika xwe bi navê “qederê” stranek dinivîse û dibêje.

Degbêja navdar piştî ku vegerya welêt, dayika xwe jî winda kir û bi navê “le le dayê” stranek davêje ser dayika xwe.

Eyşe Şan Herî dawî 18ê kanûnê di sala 1996’an de li Îzmîrê ji ber nexweşxaneya pençeşêrê di nav derd û keseran de çû ser dilovaniya xwedê. trtxeber