Serrûpel Nûçe Efrîniyan cenazeyên şervanên YPG veşartin

Efrîniyan cenazeyên şervanên YPG veşartin

Belav bike


Şervanên YPG’ê Elî Efrîn û Mazlûm Raco ku duh li Efrînê ji ber teqîna 3 tûpên gazê ku bi şaştî pêk hat jiyana xwe jidest dan. Cenazeyên şervanên YPG’ê biribûn navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê. Îro cenazeyên şervanên YPG’ê ji aliyê sedan kesî ve hatin wergirtin. Girseya ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG’ê re û “Şehîd na mirin” berz dikirin, herdû cenaze bi karwanekî wesayîtan birin goristana şehîd Refîq a navçeya Şera ya Efrînê. Li vir merasîm hate lidar xistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê YPG’ê û Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftinan girseyê cenazeyên şervanên YPG’ê Elî Efrîn û Mazlûm Raco bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê. ANF