Di karê xwe de em di herêmeke bêalîde ne.
Ji me re bûyer girîng e.
Em rojnamevan û bi taybetî yên ku di televîzyonê de kar dikin, nûçeyan pêşkêş dikin, yan jî moderatorên peograman in, car caran ji ber gelek tiştan serê me dikeve belayê. Weke nimûne, eger di ekranê de tişek ne bi dilê filan partiyê di bultena nûçeyan de hate weşandin, ew partî yekser te ji xwe re dike hedef û te bi dijmantiya xwe tewanbar dike.
Tu çi bikî jî nikarî bi wan bidî fêmkirin ku di meselyê de dijminatî tune ye, ragihandin û agahdakirin kiriye, lêêê vala ye.
Hûn dizanin ez di televîzyona Rûdaw de nuçeyan pêkêş dikim.
Tecrubeya min ya televîzyonî xwe dirêjî berî 19 salan dike.
Min rojnamegeriya telecîzyonê ji MED TV (1995) dest pê kir.
Ew tecrube heta îro jî dirêj dike.
Di van salan de, bêguman min gelek tişt, gelek serpêhatî û gelek dost û dijmin dîtin.
Tiştekî normal e, her rojnamevanekî ku di karê xwe de serkeftî be, wê di karê xwe de li gelek kesên ecêb û xerîb rast were.
Karê me, her çiqas zehmetiyên wî hebin jî, lê gelekî xweş e.
Di vî karî de mirov her demê zindî dimîne.
Her demê di nava bûyeran de ye û ji her tiştî agahdar e.
Şuhret li aliyekî ku gelek nexweşiyên wê jî hene, lê li aliyê din xweşiya pîşeya me ewe ku tu her gav ji her tiştî nêzîk î.
Hem di nava bûyeran de yî, hem jî gelek caran bi xwe dibî bûyer.
/////
wê rojê dostek ji min re dibêje, Dilbixwîn, kuro tu gelek meşhûr bû ye, qîmeta xwe bizanibe. Bila te ji te hebe, bi ser xwe ve neçe, êdî Kurdên Soran, dema ku tu derdikeve nûçeyan di Rûdaw de pêşkêş dikî, têne pêşiya televîzyonê û li te temaşe dikin, berê ev tişt li Kurdistanê tunebû, kesekî li kurmancî temaşe nedikir, lê te Kurmancî bi kurdên soran jî xweş kir…
Çi bêjim?!
Ez bi xwe hema bêjin, her roj gelek caran bi rêve li kolanan, li kafêterya û resturantan, li cihê giştî li xelkê rast têm ku ji min re behsa wê yekê dikin ku dema ku derdikevim nûçeyan pêşkêş dikim, ew kurmancî fêm nekin jî lê ji min fêm dikin û êdî hez dikim guhdarî bikin.
Bêguman ev min gelekî kêfxweş dike.
Ez bi xwe her demê hewl didim ku nûçeyan ji qalibê wê yê klasîk derxînim, û weke show´yekê pêşkêş bikim.
Xelk êdî ji qalibê klasîk yê pêşkêş nûçeyan, bêzar bûye.
Min xwest di Rûdawê de nûçe bi karesekî modern werin pêşkêşkirin, werin hezkirin, ji rengê xwendina nûçeyan zêdetir, rengê diyalogê bistîne, temaşevan wiha pê bihese ku tu ligel wî diaxifî, diyalogê bi wî re datînî, bûyerekî jêre îzah dikî, tu temaşevan pê nehesînî ku nûçeyeke ku weke di rojnameyekê de hatibe nivîsandin, ji wî re dixwînî, eger mesele tenê xwendina nûçeyekê be, ew bi xwe jî dikare ji xwe re wê nûçeyê bixwîne.
///////
Televîzyona Rûdaw, di nava çend mehan de, bû kanala yekemîn li Kurdistanê.ne tenê li başûrê Kurdistanê, lê êdî li beşên din yên Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û heta gelek welatên Erebî Kurd li Rûdawê temaşe dikin.
Wê rojê ji Yemenê Kurdekî ji bakur nameyek şandiye têde dibêje ku ew bi kêfxweşî li Rûdawê temaşe dike û hez dike bibe alîkar.
Di Rûdawê de gelek rojnamevanên bi tecrube hene. Em hemû bi hev re li ser wê yekê kar dikin ku Rûdawê mezin bikin û wê bigihînin her malekê.
Weşana Rûdawê li ser satelîta Turk Satê, qezenceke mezin bû ji bo Kurdan. Êdî Kurdên bakurê Kurdistanê dikarin bi hêsanî li kêleka kanalê din Rûdawê bibînin.
Berî ji bîr bikim, tiştekî din jî ji we re bêjim, di sezona weşanê ya nû de, wê beşê Kurmancî di Rûdawê de zêdetir bibe, hem nûçe hem jî program. Ev jî bêguman gaveke baş e.
Wê rojê dema ku bi hevalekî xwe ji balafrxaneya Navnetewî ya Hewlêrê derdiketim, karmendê kontrolê, piştî pêşwaziyeke germ bi xemgînî pirs kir: Wê kî li xeberan bixwîne kak Dilbixwîn..?“ min got, heval gelek in, min hevalekî saxlem daniye cihê xwe. Min bi ken got.
„Emê bêriya te bikin, em ji xwendina te ya xeberan pir hez dikin, em ji te fêm dikin, sefera xwe dirêj neke, bi xêr biçî û vegerî..“
Bawer bikin, çavên min tijî hêstir bûn.
Ezê ji bo karekî taybet çend rojan ji ekrana Rûdawê bi dûr kevim.
Ji bîr nekin em li kuderê bin jî, bila çavên me li ser ekranên Rûdawê bin!
Ezê jî bêriya we bikim…