Guney bi dû re ew wêne ji telefona xwe avêtine, lê polîsên teknîkê bîra telefona wî dîsa saz kiriye û gihîştine vê agahiyê. Hîpoteza wan ya li ser “dibe ku kuştineke navxweyî be” bi vî awayî veguheriye ser “peywendiya îstixbarat an jî gladyoya tirk” ku PKK’ê her ji serî ve destnîşan dikir. Aşkere bûye ku qolyeyeke Omer Guney ya “sê hîlal” û li dîwarê odeya wî jî aleke Tirkiyeyê ya mezin hebûye ku ev hemû nîşana peywendiya bi MHP’ê re ye û Almanyayê ji bo peydakirina van agahiyan alî Fransayê kiriye. Her weha, Guneyî pênc telefon û gellek qartên tirk û fransî hebûne û ew telefon tim bi dizî bi kar anîne. Istixbarata fransî gotiye ku Guneyî peyam şandine ser telefoneke tirk ku hejmareke wê ya ecêb hebûye û ev jî nîşan dide ku peywendiya wî bi hinine weha re heye ku teknolojiyeke pêşketî bi kar tînin. Ev hemû agahî jî derfetên artêş an jî istixbaratan in û lewma jî Fransayê alîkarî ji Tirkiyeyê xwastiye ku ew hejmara ecêb were peydakirin. Bi hêviya ku berî salvegera wê qetlîamê ev mesele êdî bigihije encameke zelal… (Îbrahîm Seydo)