Serrûpel Nûçe “Me herêmeke fereh rizgar kiriye“

“Me herêmeke fereh rizgar kiriye“

Belav bike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 26 Kanûnê li herêma Til Hemîs ku dikeve rojhilata başûrê bajarê Qamişlo operasyonek dan destpêkirin. Li ser armanca operasyonê, Til Hemîs herêmek çewaye, gelê herêmê çi dixwaze, komên çeteyên DAIŞ herêma Til Hemîs çewa birkartînin Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Hesen Qamişlo ji bo ANF axivî. Qamîşlo dazanîn ku wan li ser daxwaza gelên herêmên hamleya rizgarkirina herêma Til Hemîs dane destpêkirine.

‘ME LI SER DAXWAZA GELÊN HERÊMÊ OPERASYONA TIL HEMÎS DA DESTPÊKIRIN’

“Gelek şêxên erebên Til Hemîs ev demeke zext li ser me dikirin ku, em ê wan komên çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê derxin. Gelek rûsipiyên eşîrên Benîsaba, Cewala, Şemer, Şerabî hatin li gel me ku, em wek YPG’ê alîkariya wan bikin û herêmê ewle bikin. Ji bo em herêma Cizîrê dixin nava ewlehiyên dibû ku em ew daxwaza gel bicih bînin.”

‘TIL HEMÎS BI TEMAMÎ JI SİVÎLAN HATIYE VALA KIRIN’

Hesen Qamîşlo destnîşankir ku komên çete herêma Til Hemîs wek navendek aramiya herêma Cizîrê xerab dikirin û wiha got: “Herêmê Til Hemîs ev demek ji bo komên çeteyên DAIŞ/Eniya El Nusra û komikên bi wan giridayî bûye navendek. Piştî wan koman li vê herêmê bi cih bûn, ji ber zilma wan koman ji sedî 80’ê koçerbûne û bajarokê Til Hemîs jî bi temamî ji sivîlan hatiye vala kirin. Bi dehan gelên herêmê qetilkirine, rêya gel qut dikirin, şêniyên herêmê direvandin, îşkence dikirin. Du navendê wan koman hebû yek Til Koçer bû, piştî Til Koçer hate rizgar kirin, wan komên DAIŞ/Eniya  El Nusra xwe li vê herêmê tevger kiribûn. Heta niha ev teqînên li herêma Cizîrê çê dibûn, çavkaniya xwe ji vir digirt.”

‘HEJMAREK ZÊDE GELÊN HERÊMÊ LI GEL ME LI DIJÎ KOMÊN ÇETEYA ŞER DIKIN’

Endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê Hesen Qamişlo da zanîn gelên herêmê li gel wan li dijî komên şer dikin û wiha dirêjî da axavtina xwe “Ez dikarim bêjim li herêmê ji her malbatî yek yan du kes ji aliyê wan koman ve hatiye serjikirin. Wek mînak bes li gundê Ebû Gesayîb tu ciwan ji aliyê DAIŞ’ê ve ne hatine serjêkirin. Cara yekem li Rojavaya Kurdistan ji wê herêmê ji pêkhateya Ereb bi hejmarek zêde resmî dibin endamê YPG’ê û li gel wê jî gelek kes wek alîkarî niha di eniyên şer de, şer dikin. Gelê Til Hemîs bi jin û zilamê xwe beşdarî YPG’ê bûn û tabûra Şehîd Kemal Îsa El-Ebdela hat avakirin û niha di rizgarkirina Til Hemîs de rolek girîng dibînin. Niha pêşwaziyek germ heye ji bo hêzên me dikin, ew me geşbîn dike, lê em dema li çîrokê wan guhdar dikin, em gelek xemgîn dibin. Gelê herêmê li benda rizgar kirinê bûn.”

‘ME HERÊMEK FIREH RIZGAR KIRIYE’

Qamişlo da zanîn wan heta niha herêmek bi direj 60  km û bi firehbûna 55 km ku dinav de bi dehan gund û bajaroka Til Berek ji komên çeteyan rizgar kirine û wiha got  “Herêma Til Hemîs herêmek pir firehe û gelek gund hene lê, gelê herêmê bi me re û di her alî de alîkariya me dikin. Çiqasa zehmetiyê wê hebe jî, em dema li alîkariya gelê herêmê dibînîn, ew zahmetiyan li ber çavê me nayê. Me heta niha herêmek bi direj 60  km û bi firehbûna 55 km ku dinav de bi dehan gund û bajaroka Til Berek ji komên çeteyan rizgar kirin.”

‘LI TIL HEMÎS TENÊ NAVENDÊN KOMÊN ÇETEYAN HENE’

“Tenê navendên komên çeteyan têdene û wan koman wî bajarokî wek sanayiyek teqemeniyan bi kar tînin.  Li Til Hemîs kesên xwe di teqînin tên amadekirin, maşinên teqemeniyê tên amadekirin û Til Hemîs ji aliyên komên çeteyan ji bo wê tê bikaranîn.”

‘WÊ RIZGARKIRINA TIL HEMÎS JIYANA HEVBEŞ YA HERÊMÊ XURTTIR BIKE’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Hesen Qamişlo di dawî axaftina xwe de diyar kir ku wê rizgar kirina Til Hemîs jiyana hevbeş ya gelan xurt bike û wiha dawî li axaftina anî; “Ev hemleya li ser daxwaza gelê herêmê hatiye destpêkirin wê ji bo herêma Cizîrê li ser bingeha jiyana hevbeş ya gelan wê bibe sedema pêşketinên mezin. Û ji niha ve di nêzîkatiyên gelê herêmê jî diyar dibe ku, wê rizgarkirina herêma Til Hemîs wê ev bingeha jiyana hevbeş xurtir bike.”