Serrûpel Nûçe “PDK nikare li rojava û bakur xurt bibe“

“PDK nikare li rojava û bakur xurt bibe“

Belav bike

Cemîl Bayik di heqê Kurdistana Sûriyeyê de îdia kir ko Partiya Demokrat ya Kurdistanê û AKP-ê bi hev re dijminahiya ”şoreşa Rojava” kirine û got:

— Di vê prosesê de şoreşa Rojava hemleyeka mezin kir. Di 19-ê temûza 2012-ê de li Rojava gelek bajar hatin bidest xistin. Kurd gehiştin rewşeka wisa ko xwe îdare bikin. Dewleta tirk bi bikaranîna hêzên cida yên çeteyan xwest rê li ber şoreşa Rojava bigire. PDK-ê jî siyaseta ablokayê li hemberî şoreşa Rojava bi rê ve dibir. Di vê rewşê de hêzên şoreşger yên Rojavayê siyaseta AKP-ê, PDK-ê û ya hêzen dî ko dixwestin dora Tevgera Azadiyê ya Kurdan [yanî PKK-ê] bigirin, wê biherişînin û tesfiye bikin vala derxist.

Ji bo serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Diyarbekirê û tesîrên wê yên mihtemel jî Cemîl Bayik got:

— Herçend di dema çûna Barzanî ya Amedê û hevdîtina wî ya digel Erdogan de Erdogan gotibe ko ew dê tevgereka alternatîv ava bikin û qebûl nakin ko li [bakurê] Kurdistanê tenê PKK xudantesîr be û rênadin yekdestiya PKK-ê û dixwazin girêdayî xwe û girêdayî dewletê û di bin kontrola dewletê de tevgereka siyasî ya alternatîv ava bikin jî, ev ne meseleyên wisa ne ko ew bikarin bi hêsanî emeliyen pêkbînin.

— Civak jî, gel jî, û dinya jî li baya li pişt her tevgerekê temaşa dike. Nexwe bi hormonan, bi desteka derve, bi van û bi wan ne mimkin e ko ew li Tirkiyeyê alternatîvekê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdan biafirînin. Bêguman li Kurdistanê dê fikr û partiyên cida yên siyasî hebin lê belê divêt ew bi dînamîkên xwe û bi xebata xwe hebin. Yan ne, gotina Erdogan ko dibêje ”Em dê rê li ber wê yekê bigirin ko PKK hêza tenê be” yan jî qenaeta hinekan ko bi desteka PDK-ê ji xwe re hêzekê çêkin hem li dijî sosyolojiyê û hem li dijî xwezaya siyasetê ye.

Wisa xuya dike ko derdê Cemil Bayik li Kurdistana Sûriyeyê ew e ko PDK lê xurt nebe. Li Qamişloyê hêzên ordiya Sûriyeyê û mixaberata Sûriyeyê hene û waliyê rejîma Sûriyeyê jî kengê bixwaze diçe Qamişloyê. Hîç îtirazeka Cemil Bayik li hemberî hebûna hêzên rejîma Sûriyeyê li wêderê nîne. (NEFEL)