Serrûpel Nûçe Parlamenterên BDP wê sêşemê sond bixwin

Parlamenterên BDP wê sêşemê sond bixwin

Belav bike


Li avahiya BDPê ya bajêr partiyî ji bo kêfxweşîdayinê hatin serdana Yildirimê. Parlementera BDPê li vê derê bi jinan re sohbet kir û bi hevala xwe ya ku salek berê ji girtîgehê tehliye bûbû re hat ba hev.

Yildirimê diyar kir ku piraniya parlementeriya xwe di girtîgehê de derbas kiriye û ji ber vê jî dê niha hê zêde bixebite û wiha dewam kir: “Roja duşemê em ê biçin Enqereyê, li wê derê civîna me heye. Roja sêşemê jî civîna koma partiya me heye. Piştî ku hevalên me yên din jî bên berdan em ê roja sêşemê bi hev du re sond bixwin.”

Yildirimê got:

“Bi rastî jî hin tişt dikevine jiyanê, tên hîskirin. Ez wisa difikirim ku mirov nikare qala wê hisiyatê bike. Mesela dayik tên û min hembêz dikin û dibêjin ’em bi dîtina te careke din kêfxweş bûn.’ Ez vê yekê bi hemû malê dinyê nadim. Bi rastî jî ez niha di navbera du hestan de me. Ji aliyekî de hişê min li ser girtîgehê ye û ji aliyekî de jî ez niha di nav gel de me. Ev ji bo têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi tena serê xwe bes e.” (AA)