Serrûpel Nûçe Erdogan pişt li Gulen şikand

Erdogan pişt li Gulen şikand

Belav bike
Weke tê zanîn li Tirkiyê polîs û dozgerî û dadgeh di destê Cemaeta Fethullah Gulen de ne de ne

Her wiha li 16 parêzgehên weke Enqere, Antalya û Îzmir, fermandeyên polîsan ji kar hatine bi dûrxistin.

Hemleya Erdogan li dijê Gulen û alîgirên wî berdewam dike.

Di çarçoveya operasiyon dijî hev de ên ku ji 17ê kanûna sala 2013an navbera Hikûmeta Tirkiyê û cemaata Fethullah Gulen destpêkirine, 16 rêveberên polîs ji ser kar hatin dûrxistin.

Li gor medyaya tirkî, polîsê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku cîgirê fermandarê hêzên polîsê niştimanî û 15 rêveberên din ên polîs ji ser kar hatin dûrxistin.

Ajansa Dogan belav kiriye ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rêveberên polîs li 16 parêzgehan ku di nav de Enqere, Îzmîr, Antalya û Amed jî hene, ji ser kar dûrxistin.

Hikûmeta Tirkiyê cemaata Fethullah Gulen tometbar dike ku ew li pişt wab operasyonan e. Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got “mislmanê li mislmanan nifiran bike ne mislman e”.

Fethullah Gulen jî got “kesê ku piştgiriya gendeliyê bike, malê wî bişewite”.

Roja 4/1/2014 Fethullah Gulen nameyek ji Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul re şand û Erdogan jî got “Gulen name rêkiriye û dixwaze bi me re bazarê bike, lê em qebûl nakin.”

Duh jî nêzîkî 350 polîs ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve ji ser kar hatin dûrxistin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/080120141#sthash.GDsMIo9L.dpuf