Li gundê Gondermeyê Qereqolê Cendirmeyan hebû û ev gund jî 20 kîlometre ji Muradiyeya navçeya Wanê dûr bû. Bi saya pêvajoya çareseriyê ev qereqol dewrî xezîneyê bû û hat girtin. Piştî girtina qereqolê şêniyên gund xwestin ku ew der ji bo wan bibe qursa Qur’anê. Miftîtiyê jî navbeynkarî kir û ev daxwaza gundiyan bi cih hat.
Niha di medreseya bi navê Ebdulqadîr Geylanî de xizmet tê dayîn û 36 telebeyê qursê hene. 4 sal bi şûn de li qursê dersên erebî, Qur’ana pîroz, fiqih, hedîs û tefsîran jî dê bên dayîn, yanî qurs dê bibe wek medrese.
Hat diyarkirin ku xwendekarên qursa Ebdilqadir Geylanî di heman demê de dê bikaribin lîseya Îmam Xetîbê jî ji derve bixwînin.
Miftiyê navçeya Muradiyê Selîm Duman daxuyanî da nuçegihanê AAyê û bi bîr xist ku qereqol kirine medrese û ji bo xwendekar li medreseyê razayî bixwînin xebatên xwe didomînin.
Duman destnîşan kir ku dê li her gundekî qurseka Qur’anê vekin û wiha dewam kir:
Tu pêdivî bi qereqol nemabû. Ev jî ji me re bû derfetek. Me hema dest bi xebatê kir û ev avahiya xweşik bû hêlîna ilim. Her kes dikare li vê derê hînî dînê xwe bibe. Deriyê me ji hemû kesan re vekiriye. Çi ji destê meleyên me bê dê bikin. Li gundan di 7 qursan de hejmara xwendekarên me 606 e. Armanca me ev e ku hejmara qursan zêde bikin û di mîjarên dînî de ji welatiyên xwe re bibin rêber. (AA)