Di 28ê kanûna 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye bi alîkariya çend grûpên alîgirên rejîmê ku berî mehekê tevlî rêzên wê bûbûn, operasiyonek li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê ên erebnişîn li başûrê bajarê Qamişlo pêk anîbûn.
Di wê operasiyonê de, YPGê destpêkê ragihand ku wê bi dehan gund ji bin destê grûpên çekdarî yên radîkal û herwiha bajarokê Til Birakê derxistiye, lê ji nişkê ve di 7ê vê mehê de bidawîhatina operasiyona xwe li her du bajarokan ragihand û şervanên xwe bi temamî vekişandin.
Ebdilbasit Seyda derbarê wî şerê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye û bêy ku PYDê bi nav dike dibêje ku ew partî berê xort û ciwanan dide kuştinê.
Di şerê Til Hemîs û Til Birakê de, çekdarên girêdayî Eniya Îslamî û herwiha çekdarên Cebhet el-Nûrsa û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi hev re şerê YPGê dikirin û li gor wan grûpan, bi dehan şervanên YPGê di şer de jiyana xwe ji dest dane û ev yek sedema sereke ya vekişandina YPGê bû.
Lê YPGê heta vê gavê jî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê Til Hemîs û Til Birakê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere nekirine.
Ebdilbasit Seyda ku berê serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bû û wek kesatiyeke Kurd a çalak di nava opozîsyona Sûriyê de tê naskirin, dibêje ku “ew şer bi tenê xizmeta rejîmê dike, rejîma ku dixwaze şer di navbera Kurd û Ereban de li herêma Cizîrê derkeve”.
Seyda herwiha bêy ku navê PYDê bîne diyar dike ku “medyaya partiya xapandin û sîtemkar behsa serkeftinên tine dike ku encamên wê dê li ser gelê Kurd û Sûriyê bi giştî gelek xirab bin.
Seyda rexne li helwesta serkirdeyên Kurd li Sûriyê jî digire û dibêje ku helwesta wan çend pirsan di serê mirov de dihêle.
Ev cara yekê ye ku YPGê derbasî şerekî dibe û çend navçe û bajarokan kontrol dike û piştre bi aşkere kir xwe vedikişîne û dibêje ku niyeta wê tine bû li bajarokên Til Hemîs û Til Birak ku hemû nişteciyên wê Eerb in bimîne. Rûdaw
Endamê Kurd ê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda derbarê şerê vê dawiyê yê navbera YPGê û grûpên çekdarî li bajarokên Til Hemîs û Til Birakê de, diyar kir ku ew şer bi tenê di xizmeta rejîma Beşar Esed de bû.
Di 28ê kanûna 2013an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye bi alîkariya çend grûpên alîgirên rejîmê ku berî mehekê tevlî rêzên wê bûbûn, operasiyonek li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê ên erebnişîn li başûrê bajarê Qamişlo pêk anîbûn.
Di wê operasiyonê de, YPGê destpêkê ragihand ku wê bi dehan gund ji bin destê grûpên çekdarî yên radîkal û herwiha bajarokê Til Birakê derxistiye, lê ji nişkê ve di 7ê vê mehê de bidawîhatina operasiyona xwe li her du bajarokan ragihand û şervanên xwe bi temamî vekişandin.
Ebdilbasit Seyda derbarê wî şerê de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye û bêy ku PYDê bi nav dike dibêje ku ew partî berê xort û ciwanan dide kuştinê.
Di şerê Til Hemîs û Til Birakê de, çekdarên girêdayî Eniya Îslamî û herwiha çekdarên Cebhet el-Nûrsa û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) bi hev re şerê YPGê dikirin û li gor wan grûpan, bi dehan şervanên YPGê di şer de jiyana xwe ji dest dane û ev yek sedema sereke ya vekişandina YPGê bû.
Lê YPGê heta vê gavê jî hejmara şervanên xwe yên ku di şerê Til Hemîs û Til Birakê de jiyana xwe ji dest dane, aşkere nekirine.
Ebdilbasit Seyda ku berê serokê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê bû û wek kesatiyeke Kurd a çalak di nava opozîsyona Sûriyê de tê naskirin, dibêje ku “ew şer bi tenê xizmeta rejîmê dike, rejîma ku dixwaze şer di navbera Kurd û Ereban de li herêma Cizîrê derkeve”.
Seyda herwiha bêy ku navê PYDê bîne diyar dike ku “medyaya partiya xapandin û sîtemkar behsa serkeftinên tine dike ku encamên wê dê li ser gelê Kurd û Sûriyê bi giştî gelek xirab bin.
Seyda rexne li helwesta serkirdeyên Kurd li Sûriyê jî digire û dibêje ku helwesta wan çend pirsan di serê mirov de dihêle.
Ev cara yekê ye ku YPGê derbasî şerekî dibe û çend navçe û bajarokan kontrol dike û piştre bi aşkere kir xwe vedikişîne û dibêje ku niyeta wê tine bû li bajarokên Til Hemîs û Til Birak ku hemû nişteciyên wê Eerb in bimîne.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/110120142#sthash.25IbkDiE.dpuf