Serrûpel Nûçe Li Mêrdînê Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê

Li Mêrdînê Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê

Belav bike


Serokê kongreyê Prof. Dr. Huseyîn Bektaş di civîna nasandina kongreyê de axivî û da zanîn ku komeke ku ji bijîşkên ji Almanya, Diyarbekir û Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) di sala 2008an de hatin bal hev û biryar dan ku bi kurdî kongreyeke zanistî li dar bixin.

Bektaş diyar kir ku kongreyên berê li Diyarbekir, Dihok û Silêmaniyeyê hatin lidarxsitin û da zanîn ku li kongreya Mêrdînê dê zimanê sereke kurdî be lê ji bilî kurdî dê tirkî, erebî û îngilizî jî bê bikaranîn. Bektaş got ku di kongreyê de dê bi zimanên asûrî û aramî jî rûniştineke cuda bê lidarxistin. Bektaş diyar kir ku îsal di kongreyê de mijara sereke nexweşiyên enfeksiyonê ne.

Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Serdar Bedîî Omay jî diyar kir ku di vê rewşa aştî û aramiyê ya ku pêvajoya çareseriyê bi xwe re anî de, di mijara zanistî û akademîk de pêngavên girîng hatin avêtin. Omay got ku “Di navbera 4 salên borî de karên gelekî girîng hatin kirin. Di qada akademîk de li welatê me yekem Enstituya Zimanên Zindî, bi navê meşhûr Enstituya Kurdî hat damezrandin. Di nav enstituyê de beşên suryanîkî û erebî jî hene. Zimanê kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi kurdî ye û ev jî gelekî girîng e.”

Midûrê Enstituya Zimanên Zindî û Arîkarê Rektor Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî bal kişand têkiliya di navbera ziman û azadiyê de û got ku zimanên ku azadiya xwe bi dest dixin di demek kurt de tên li ser xwe.

Hat ragihandin ku kongre digel Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê dê bi piştgiriya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê, Komeleya Tibê Ya Kurdistanê ya ku li HKIFê ye, Makezanista Neqlkirina Azayan û Cerahiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hanover a Almnayayê, McDonald Regîonal Transplant Center a Amerîkayê, Wîllîs-Kînghton Health System Louîsîana USA û World Surgîcal Fundatîon Louîsîana USA yê tê bê lidarxistin.