Serrûpel Nûçe “Emê benzînê bi ser agir de nekin”

“Emê benzînê bi ser agir de nekin”

Belav bike


Heyeta BDP-HDP’ê piştî hevdîtina xwe ya ku îro li Îmralî pêk anî şûnde daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de peyama Ocalan pêşkêş kirî ragehandin. Ocalan bi taybetî bal kişande ser hiwildanên “darbê” û wiha got: “Yên ku dixwazin cardin welat bi agirekî darbeyê vegerînin qada agir, bila bizanin emê ji bo vî agirî benzînê ne hilgirîn. Her hewildanekî darbeyê weke heye niha, wê ji niha şûnde jî me li hemberî xwe bibînin.”

Li gorî heyeta BDP-HDP’ê Ocalan di hevdîtina xwe a ku di dîroka 11.01.2014’an de pêk anî de ev daxuyanî daye raya giştî:

“Di destpêkê de bi hêviyên ku sala nû bibe sala pêkhatina daxwazên gelê me yên demokrasî, azadî û aştiyê, sala wan a nû pîroz dikim.

Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku navên sembola tekoşîna azadiyê ne bi rêzdarî û minet bi bîr tînim û bila bê zanîn ku wê bê guman hesaba vê komkujiyê ji kujeran were pirsîn. Ev komkujiya ku bi temamî pêvajo bi derbe kirinê hedef girtiye wê bersiva me a herî bi bandor ji wê li rexmê hemû astengiyan hemleya me a aşitiya mayînde û çareseriya demokratîk bi şêweyekî bi biryar bigehînine serkeftinê. Emê di kesayeta van hevalan de çareseriya demokrasî û aştiyê pêşkêşî hemû şehîdên xwe yên aştiyê bikîn.

GER ŞER DUJEH BE, AŞTÎ JÎ BUHEŞTE

Ev pêvajoya ku ji bo pêvajoyekî dîrokî em bi dest bixîn me daye destpê kirin xala ku em gihanê wiha ez dikarim bidim nasîn. Ger şer dujeh be, aştî buheşte. Me lingekî xwe ji dujehê derxist lê ji bo ku em lingê xwe yê din ji dujehê derbixînin, ji ber astengiyên dadinin holê em di navberê de mane. Ji bo pêvajoya aştiyê bi gehe armanca xwe rêbazên rast têne pêşxistin. Îradeya me a aştiyê li rexmê hemû astengiyan weke roja ku me daye destpê kirin hîna di biryarbûna xwe deye. Lê bila ev jî bê zanîn ku emê heya dawî di navberê de nemînîn. Ji bo ku demek nêz de em welat û herêma xwe ji van şert û mercên dujehê rizgar bikîn pêwiste hemû kes îradeyekî bihêz û bê ku biheje dane holê.

Di pêşketinên dawî de çêdibin nîşa dike ku ger gavek pêş adin pêvajo neyê çareser kirin û welatekî ku bi demokrasiyê neyê pêk anîn, hêzên li derve û di hindir de yên ku dijminê demokrasiyê ne wê lez bidin komployên xwe. Ev xakane ji dused salên dawî ve hemû demê bi agirê darbeyan hatine şewitandin. Pêvajoya ku me pêş xistiye li dijî darbeyê ye.Û civakekî demokratîk armanc dike.

EMÊ JI BO VÎ AGIRÎ BENZÎNÊ NE HILGIRIN

Ez dixwazim du rêbazên ku hemû kesên dinava pêvajo û dervey pêvajoyê dene bizanin, aşkere bikim: Yên ku cardin dixwazin welat bi agirê darbeyekê bivegerînin cihê agir, bila bizanin ku emê ji bo vî agirî benzînê ne hilgirin. Her hewildanekî darbeyê weke heya niha wê ji niha şûnde jî me li hemberî xwe bibîne. Lê bila yên ku bê daxwaz û ne ji dil nêzî pêvajoya çareseriyê dibin jî bila bizanin tenê rêka yekane a vemirandina vî agirî demek pêş adin pêşxistina aşitiyekî bi demokrasiyê ye.

ÊDÎ PÊVAJO NE DI REWŞEKÎ KU BI KARE BÊ CIDIYETÊ RABIKE DEYE

Pêvajo êdî di rewşeke wisa de nîn e ku karibe bêcidîyetiyê û bêpariya ji çarçoveya zagonî û hiqûqî rake. Rêya herî bi wêrek a şermezar  û teşhîs kirina derbekarî, danîna holê a bernameyekî bê tirsnaka a çereseriyê ye.

Hemû rêkûpêkiyên zagonî û hiquqî yên ku heya niha bi şêweyên cuda dihatine paşde xistin, di rastiyê de îro tam roja wê ye. Dîrok wê yên ku vêna paşda bixin bê ku derfeta jê ders bigirin demê wan namîne û wê tesfiye bibin.

BI NAMEYEKE BERFIREH EZÊ BANG LI GELÊ ERMENÎ BIKIM

Dema ku bi awayekî zû derbasî demokrasî bu wê têgiha darbê bi awayekî mayînde derbas bibe. Banga min li hemû hêzên demokrasî ewe ku bi vê cidiyet û famkirina tevbigerin û ji bo peywistiyên wê pêk werin dawetî seferberiyê dikim. 

Dema ez axaftinên xwe bi dawî dikim bîranîn û tekoşîna zarokê gelê Ermenî birayê me Hrant slav dikim. Bi awayekî berfireh ezê ji hemwelatiyên me yên Ermeni bang bikim û ez bawerim ku ezê bi gihîm salvegera qetil kirina Hrant. Carek din di serîde girtiyên nexweş yên ji hemû zindanare, ji ciwanare, ji jinare û ji dayîkên aşîtiyêre silavên xwe yên taybet dişînim. ANF