Dostên Sûriyê beriya Civîna Cenevreyê ya ku di 22ê Çileyê de li Îsvîçreyê cara duyem dê bê kirin, li Parîsê hatin ba hev.
Li Parîsê, Tirkiye jî di nav de ewilî wezîrên karên derve yên 6 welatan civiyan. Piştre Fransa, Îngîlîstan, Emerîka, Elmenya, Erebîstana Suudî, Katar, Mîrîtiyên Yekitiya Ereban, Urdun, Misir û Tirkiye jî li ser masê runiştin.
Serokê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger yên Mixalîfan ya Sûriyê Ahmet El Cebar jî li ser masê bû.
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu beriya civînê, bi wezîrên Karên derve yên Amerîka û Fransayê re hevdîtin kir. Piştî civînê daxuyanî ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabîus hat.
Fabuîs got: Em ê di 2. Konferansa Cenevreyê de bixwazin ku Rêvebiriya Esed bila biçe. Fabîus diyar kir ku êdî dawiya rêvebiriya Esed hatiye, armanca konferansa Cenevreyê jî, ji bo vê çareseriyek dîtine.
Piştî daxuyaniyê Davutoglu û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi hev re daxuyanî dan çapemeniyê. John Kerry got, “Herdu welêt di nav tekiliyek baş de ye. niyeta me tüne ku em tevlî karên hundir yên Tirkiyeyê bibin.”
Ahmet Davutoglu jî got, ”Ji bo ku Muxalefeta Sûriyê beşdarî konfransa Cenevreya 2 bibe, him ezî him jî, birêz Kerry hewlek mezin dide. Davutoglu: di civîna ku Cenevre 1 hat kirin de, ji xwe biryar hatibû dayîn ku kesên ku tevlî kuştinan bûne, di pêşaroja Sûriyê de dê cih negirin. Îro jî hemî welêt diyar kirin ku, rêvebiriya Esed êdî nikare di pêşeroja Sûriyê de cih bigire. Jixwe heke rêvebiriyeka sexlam were avakirin, êdî Esed nikare wiha tevbigere.” xeberên kurdî