Şahidên li cihê bûyerê dane zanîn ku kesên Pêşewa girtine girtine, ji hêzên Emin Dewlê bûne.
Ligel Pêşewa Behlewî, şofêr, kamera û alavên tormarkirinê jî birine.
Bavê Pêşewa Behlewî ji Rûdawê re ragihandin ku tu ziyan negihê kurê wî û yekser serbest were berdan.
Hêjayî gotinê duh derdora seet 5 êvarê bi dema Qamişlo, 3 topên Hawinê li taxa Kornêş, ketibûn û di encamê de kesek birîndar bûbû û gelek ziyanên madî gihiştibûn mal û samanên welatiyan.
Niha jî ji Qamişlo birayê Pêşewa Behlewî, Dilovan Behlewî ku di dema girtina Pêşewa de ligel wî bû, ji Qamişlo bi me re ye. (Rûdaw)