Serrûpel Nûçe Pêşewa Behlewî hîn jî girtiye

Pêşewa Behlewî hîn jî girtiye

Belav bike

Îro (13.01.2014) danê nîvro, peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî di nav kar de ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hat girtin. Hat zanîn, şofêrê taksiya ku Pêşewa pê kar dikir jî girtine her wiha dest danîne ser taksiyê jî.

Derheqê hewlên berdana Pêşewa de, birayê wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, rêveberê giştî yê Asayişa PYDê li Qamişlo ji wan re gotiye dê hewl bidin îşev Pêşewa bidin berdan.

Birayê Pêşewa her wiha diyar kir, wî berpirsê PYDê ragihandiye, ew qebûl nakin ti rojnamevan û çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bên girtin.


PYD: Emê hewl bidin îşev Pêşewa Behlewî bidin berdan

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/130120143#sthash.jacXsAdT.dpuf