Serrûpel Nûçe ŞAM: Malbata ku goştê pisîkê xwar bi jehrê ket

ŞAM: Malbata ku goştê pisîkê xwar bi jehrê ket

Belav bike

Li Şama paytexta Sûriyeyê ev 184 roj in ku rejîma Esed Kampa Penaberan a Yermûkê dorpêç kiriye û nahêle ku xurek û derman bigihijên kampê. Li kampê jimara kesên ku ji birçîna mirin derket 44 kesan. 

Berpirsyarê Navenda Çapemeniyê ya Penaberên Filistînî Ala el-Bergûsî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku “Li Kampa Yermûkê ya li Sûriyeyê dilsojiyeke mezin diqewime. Ev 184 roj in dorpêçkirina rejîmê berdewam dike û heta îro jimara kesên ku ji birçîna mirin gihişt 44 kesan.” 

Bergûsî da zanîn ku ji ber dorpêçkirinê arîkarî nagihêjin kampê û piraniya kesên ku dimirin jin û zarok in. 

– 20 hezar kes di bin xetereyê de ne

Bergûsî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heta niha li Yermûkê ji ber sedemên curbicur 719 penaberên filistînî mirin. Ji ber pevçûnên navxweyî yên welêt jimara filistîniyên ku mirin gihişt 900î. Di serê sala nû de li kampa Yermûkê yek ji wan pîreke 79 salî 3 kes ji birçîna mirin.” 

Bergûsî diyar kir ku beriya bûyeran li Kampa Penaberan a Yermûkê ji 500 hezarî zêdetir penaber diman û got ku “Kesên ku karîn beriya dorpêçkirinê herêm terikandin û em dizanin ku niha li kampê 20 hezar kes hene û li hember mirinê li ber xwe didin.” 

– Malbata ku goştê pisîkê xwar, jehrê ket

Li Şama paytexta Sûriyeyê ev 184 roj in ku rejîma Esed Kampa Penaberan a Yermûkê dorpêç kiriye û nahêle ku xurek û derman bigihijên kampê û ji ber vê yekê mirov dimirin. Li kampê bûyerek din ya dilsoz qewimî. Konseya Şoreşê ya Giştî, ya Sûriyeyê da zanîn ku li Kampa Yermûkê ku piraniya kesên li wir dimînin penaberên filistînî ne, malbateke ku ji birçîna goştê pisîkê xwar, bi jehrê ket. 

Hat ragihandin ku malbata Akîlê filîstînî piştî ku goştê pişîkê xwar nexweş ketin û xizmên wan malbatê rakirin Nexweşxaneya Filîstînê. Di daxuyaniya konseyê de gotin ku piraniya kesên ku bi jehr;ê ketin, zarok in. Di daxuyaniyê de bal kişandin ku hêzên rejîmê nahêlin ku arîkarî bigihêjin kampê û gelê ku helwesteke muxalîf di wan de heye bi v3i awayê tên cezakirin. 

– Her tişt gelekî biha ye

Berdevkê Komîteya Kordînasyona yê Sûriyeyê yê Herêma Yermûkê Mûsab Ebû Qatade got ku “Li Kampa Yermûkê bûyerên dilsoj diqewimin. Her tiştê ku li kampê tên peydakirin bi deh qatê biheyê xwe tê firotin. Heke hûn bikarin peyda bikin goştê golikan 5 hezar lîreyan (bi qasî 80 tl), bihayê tupa mitbaxê 15 hezar lîreyî (bi qasî 239 tl) tê firotin. Mirov her roj ji birçîna dimirin.” Ebû Qatade destnîşan kir ku rewşa kampê her ku diçe xirab dibe û da zanîn ku li Dûma, Dareyya, Cobar, Qabûn û Mûddamiyeyê jî rewş gelekî xirab e. 

– Fitûya “Hûn dikarin goştê pisîka bixwin”

Rejîma Esed par di serî de Gûtaya Rojhilat û Kampa Yermûkê li hin herêman sînorek anîbû li ser ku xurek û dermanên ku tên herêmê. Ev sînordarkirin piştî demekê bû wek qedexeyê û mirovên ku li wan deran dijîn mecbûr mabûn ku pelên daran bixwin. Piştî ku jimara kesên ku ji birçîna mirin zêde bû alimên sûriyeyî xwe spartin gotina ”mecbûriyet yên heram mubah dikin”  fitûya “goştê pisîk û seyan dikarin bixwin” dabûn. 

Yekîtiya Alimên Misilman yên cîhanê jî duh ji bo ku dorpêçkirina li ser Kampa Yermûkê bê rakirin bangî alema îslam û ereban kiribû û destnîşan kiribû ku dorpêçkirina li ser mirovan “sûcê mirovayetiyê” ye.  (AA)