Serrûpel Nûçe Binêrin Mislim li ser girtina Behlewî çi dibêje!

Binêrin Mislim li ser girtina Behlewî çi dibêje!

Belav bike

Hevserokê PYD her wiha got bêyî mafê Kurdan azadî li Sûriyê çênabe.

Li ser mafê jinan got, di nava partiya wî de jin xwedî hemû mafan in, nimûneya herî baş jî hevseroka PYD jin e, bi wî re serokatiya partiyê dike.

Salih Mislim got tu hevkarî di navbera wan û rêjîmê de tune ye û ew alîkariya rêjîmê nakin.

Li ser girtina peyamnêrê Pêşewa Behlewî got, ew nêzîkî balafirgehê hate girtin, cihê ew lêhate girtin tenê 500 km. ji balafirgehê dûr bû, balafirgeh jî di bin destê rêjîmê de ye, ji ber wê yekê jî ew hate girtin.

Weke tê zanîn Pêşewa Behlewî li Taxa Kornêş hatibû girtin, Kornêş nêzîkî 10 KM. dûrî balafirxaneya Qamişlo ye, ne weke ku Salih Mislim dibêje 500 metre.

Li aliyê din, madem weke ku Salih Mislim dinbêje Qamişlo azad e, hêzên ewlekariya dewletê li Balafirxaneyê çi dikin û çawa dikarin rojnamevanan ji nava xelkê derxin û bibin bavêjin zindanê.

Mislim got ew şerê rêjîmê nakin, ji ber dema ew şerê rêjîmê bikin, wê hemû Ereb li dijî wan derkevin.

 
AVESTA KURD