Kesê ku nivîs xwendibe û li Rûdawê temaşe kiribe, wê yekser bizanibe ku ew derewan dike, hem jî derewên wiha mezin ku ehmeq jî nikaribe bawer bike.
Ew kesê bi navê Amed Dicle ku navê wî yê rastîn (Vedat Tayfur) û di dema ku ew berpirsiyarê Roj TV bû, ew televîzyon ji aliyê dadgeha Danîmarka ve hate girtin, ji ber vê yekê jî gelek guman û şubhe çûne ser wî, ku ew bûye sedema girtina Roj TV û bi girtina wê televîzyonê PKK ziyaneke mezin ya madî û manewî dît, ji bo ku ji PKK re xweş bike, dest bi êrîşa xelkê. Wî rexnekirin terepaş fêm kirine, wî texmîn kiriye ku tu dijûnan ji xelkê re bêjî, yanî tu wî rexne dikî
Ew bi wan sixêf û dijûnên xwe ziyaneke mezin digihîne PKK û kesên ku di nava wê de dixebitin û şer dikin.
Di derbarê wan êrîşên wî de li ser dezgeha Rûdaw, birêveberiya tora medyayî ya Rûdaw daxuyaniyek ji raya giştî re weşand, em li jêr belav dikin:
Ev demeke hinek kesên ku guman li ser wan hene, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gij dikin ji bo ku li dijî Tora Medyayî ya Rûdaw kar bike, ew jî ew kesên ku têk çûne û nikarin medyaya PKK bi pêşxînin, yan jî kesên bi gumanin di nava PKK bi xwe de.
Di van rojan de, dezgehên medyaya PKK, gotareke yek ji wan kesên biguman belav kiriye, ku bi navê (Amed Dîcle) diniviîsne û kar dike. Di wê nivîsê de gellek derew rêz kirine, ji bo ku berdewam be di karê xwe yê gumankirinê de, piştî ku di nûneratîkirina televîziyona Roj TV de li dadgehên Danîmarkayê şikestin ji Roj TV re anî, niha nikare ti sûdekê ji bo PKKê hebe ji bilî derbelêdanê. Medyaya PKKê ku di destpêkê de bi medyayeke hevçerx û pêşketî dihate naskirin, niha ji ber nezan û bi gumanên wek Amed Dîcle di qeyraneke mezin de dijî, ku ji bo endamên gellek girêdayê yên PKKê jî ew medya ne balkêş e.
Amed Dîcel gellek derew rêzkirine ku pêwîste berî her tiştî PKKê daxwaza ronîkirinekê derbarê wan derewan ji Amed Dîcle bike, û piştre lêkolînan ligel bike li ser wê fitnekirinê.
Em li vê derê, berî ku bersiva Amed dîcle bidin, bi kurtî wê yekê dûpat dikin ku her dijatî û dijminatiyek ji aliyê karmendê ku şikestîxwar ên dezgehên medyaya PKKê li dijî Rûdaw hebe, ew tiştekî ji siyaseta Tora Medyayî ya Rûdawê himber PKKê naguhere, ew jî ewe: Em dijatiya PKKê û ti partiyeke din nakin, alîgiriya PKKê û ti partiyeke din jî nakin.
Amed Dîcle dibêje, Rûdaw li Rojava û Bakurê Kurdistanê sivik bûye. Eger wiha ye çima tu û hevalên xwe ên şikestinxwarên di medyaya PKKê de helmeta reşkirina Rûdawê li ser rêsîverên malên Rojavayê Kurdistanê encam didin, ji ber ku bi neçarî li kanalên we yên vala binêrin. Piştre we bi xwe di gotarên pêşter de nivîsiye: “Rûdaw di demeke kurt de bi asteke pîvaneyî bi awayekî berfreh deng veda”.
Dereweke din ya Amed Dîcle ewe, ku me gotiye komkujî li Til-Hasil û Til-Eranê nehatiye encamdan. Me li Rûdawê gotiye, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Rojavayê Kirdistanê mîna “Korya Bakûr” kiriye û wisa kiriye ku guman li ser hemû tiştekî li Rojavayê Kurdistanê çêdibe bê. Piştre komîteya lêkolînan ya komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd piştî serdana Rojavayê Kurdistanê ragihand ku komkujî li Til-Hasil û Til-Eranê nehatiye encam dan. Herwiha rojnameyên Îtaliya jî behsa nerastiya wan gotegotan kirin.
Derweke din ku bûye sedema riswabûna Amed Dîcle ewe ku dibêje, Rûdawê grûpên ku êrîşî ser Til Hemîsê û Serê Kaniyê kirin bi “Şoreşger” û “Canbexteweriya şervanên YPG“ wek dijminan belav kiriye û ev dereweke gellek mezine û em jê daxwaz dikin bila nîşan bide ka me ji kîjan grûpê re gotiye şoreşger. lê em ji ti kesî re jî nabêjin şehîd di nûçeyên xwe de.
Diyare ku ji dema ku Amed Dîcle li Ewropayê dijî Rojnameyek Ewropî yan televîzyoneke Ewropî neşopandiye, eger na wê zanibe ku terîmên mîna şoreşger û şehîd di têgehin ku di nûçeyên medyaya profesyonel de cih nagirin, ew her du têgeh tenê di medyaya hizbî de tên bikaranîn.
Amed Dicle dibêje ku Rûdaw li dijî “Rêkrftina Hewlêrê” û xwebirêvebirinê kar kiriye. Jixwe ev, paradoksek gellekî sosret e, ji ber ku rêkrftinameya Hewlêrê bingeha rêveberiyeke hevbeş ji bo Rojavayê Kurdistanê danî, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li şûna wê rêveberiyeke yekalî drust kir. Em ne li dijî rêkeftin û îdareyekê ne, lê em devê kesî ji rexnegirtinê nagirin di cîb cîkirin rêkeftinameya Hewlêr û tekalîbûna îdareya xweser ya PYDê.
Her wiha behsa dergehê Sêmalka dike, ku Amed Dicle û hevkarên wî wek derewkertirîn kes li wir derketin. Ji ber ku ew dergeh ji aliyê Başûr ve dihat vekirirn, digotin ji b o mebesta ku xelkên Rojavayê Kurdistanê zêda xaka xwe vala bikin, ku tenê ji bo alîkariyên mirovî dihat vekirin, digotin abloqe dixin ser Rojavayê Kurdistanê, ku PYDê digirt, bêdeng dibûn. Lê Rûdaw pêşeng bû di belavkirina nûçeya girtina wî dergehî ji aliyê PDK û PYDê ve herwiha vekirina wê ijî, êdî car caran di çavlirêkirina rezamendiya Şamê de bo vekirina dergeh, ligel wê yekê ku PYDê di civînên vê dawiyê li Hewlêrê biryar da ku veke, lê heta rizamendî ji Şamê nehat, nehate vekirin.
Êdî Amed Dîcle dinivîsîne “Gelo karmendên wê televîzyonê eqlê hemû temşevana wel eqlê xwe dizane”. Nexêr em bi zaniyariyê rast rêz li temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe digrin. Lê hûn sextekariyê li gel partiya xwe dikin û wiha xwe dibînin ku êdî hûn tenê hene û eger derewan jî lê bikin her ji we bawer dikin.
Jixwe dibêje “Rûdaw herdem wek medyayeke Tirk dixwest PYDê wek alîgirê rejîmê nîşan bide”, em vê yekê ji bo raya giştî û xelkên hişiyar ên Rojavayê Kurdistanê dihêlin, ligel wê ku ne karê me ye, hewlêst li ser wê yekê bigrin bê kî ser bi kî ve ye, karê me ew e ku zaniyariyan di wê derbarê de bidin xelkê.
Dibêje Rûdaw “Behsa sedan kesên sivîl ên Kurd nekir ku li Helebê ji aliyê Esed ve hatin kuştin. Behsa şerê şervanên YPGê ligel hêzên rejîmê nekir”, spas ji bo Xweda ku dîmenên vîdyoyî yên peyamnêrê Rûdawê di nav şerê Helebê û li tenişt çekdarên opozîsyon YPGê vê derewa Amed Dîcle spî dikin. Her wiha dinvîsê ”Eger hûn li dijî rejîmê ne, çima hûn behsa komkujiya Kurdan ji aliyê rejîmê ve nakin?”, car din li vê derê Amed Dîcle nezanebûna xwe nîşan dide, ji ber ku Rûdaw wek dezgeheke medyayî ji bo hilweşandina kes, alî û dewletkê nehatiye damezrandin, û di heman demê de ne ji bo ciwankirinê ye jî. Herwiha me hemû komkujî belav kirine , komkujiya Amûdê û serdana Wezîrên Sûriyê bo Qamişlo jî.
Êdî bi awayekî dûr ji hemû êtîkan û berovajî hemû moraleke mirovî dinvîse ku me himber kuştina çekdarên PYDê gotiye “bila bimrin ji ber ku hevkarên Esed in”, eger derewan nake bila nimûneyekê wek belge bo hemêçû gelê Kurd belav bike, eger na rûyê xwe reş bike û êdî careke din rûyê xwe nîşanî gelê Kurd nede. Divê Partiya Karkerên Kurdisnaê (PKK) jî, te wek kesekî fitneker û biguman ji medyaya xwe dûrbixe.
Êdî dinivîse “Bêjerekî Rûdaw wek kesekî qeşmer di nav xelkê de tê naskirin û navê wî (D.Dana)ye tê û li dijî televîzyona Roj TV wek şahidekî veşartî îfade dide. Ew kes ji bo ku Roj TV bê girtin bû sîxorê dewleta Tirk”, ne tenê bêjer, ti kesek li hemû Rûdaw nîne bi navê (D.Dana) eger wî bi xwe D.Dana dirust kiribe, ji ber ew bi xwe jî baştir dizane bê çawa doza televîzyona Roj TV şikand. Jixwe dibêje “Li Bakûrê Kurdistanê weşana bi zimanê Kurdî tenê bi rêya dewletê ve azade, lê dewleta Tirk li ser heyva xwe ya destkird mafê weşanê dayê Rûdawê, gelo ew di himberê çi de ye?”, ew jî dereweke din ya şaxdare, ji ber ku hevalê bi guman ên Amed Dîcle bi xwe belav kirine, ku Rûdaw çûye şûna televîzyona wan bi navê (Dîcle) li Turksat de, niha jî bi wî awayî derwe dike, jixwe hemû ew kesên ku li ser Turksatê li Rûdawê dinêrin, dizanin bê çiqas serbilindin bi televîzyoneke ast bilind wek Rûdawê, ku serî Amed Dîcle di niştîmanperwerî û pîşeyîbûnê de nagih çokê wan kesên ku li Rûdawê kar dikin. Ku mixabin Amed Dîcle, di nivîsekê de karmendên Rûdawê bi kûçikan dişibîne û dibêje, eger Partiya Demokrata Kurdistanê PDK ligel aramiyê de ye “çima hestiyan davêje pêşiya wan û wan kesan li ber dergehê xwe xwedî dike”.
Her wiha dinivîse di doseya terorkirina sê endamên PKKê li Parîsê, Rûdaw babetên xwe ji rojnameya “Zaman” ya Fethullah Gulen wergirandine, ew jî ne raste, ji ber ku peyamnêrê Rûdawê yekser piştî wê bûyerê berê xwe da Parîsê û ji wê derê raport ji bo Rûdawê dişandin.
Jixwe dinvîse piştî hatina Rûhanî li ser kar, Rûdawê alîgiriya Îranê dike, ew jî dereweke din a sosret a Amed Dîcle ye, hemû kurd dizanin ew derewan dike.
Êdî dibêje, Rûdaw dujminê kurd e ji ber ku ew tiştên nerast kirine. Bi kêfxweşî Kurd berovajî Amed Dîcle hizir dike, ji ber ku Kurd îro gellekî hişiyare, û nefretê jî li derewçiyên wek Amed Dîcle dike.
Ji ber vê jî, em daxawz ji serkirdayetiya PKKê dikin ku kampanyaya reşkirina Tora Medyayî ya Rûdaw, li dezgehên xwe yên medyayî rabiwestîne, ji ber ku ji aliyê yasayî ve tawaneke mezine, û parastina canê hemû karmendên Rûdawê dixe stûyê PKKê de. Her wiha em dupat jî dikin, Rûdaw ne li dijî PKKê û ti aliyekî ye, lê Rûdaw dezgeheke medyayî û pabende bi bingehên pêşeyî di pêşkêşkirina xizmeta belavkirina zaniyariyan de ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê
17.01.2014
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/170120141#sthash.4V1Rk485.dpuf
Divê PKK daxwaza ronîkirinekê ji Amed Dîcle bike