Serrûpel Nûçe Hawar ji Lîce yê

Hawar ji Lîce yê

Belav bike


 

Fîlmekî dokumentar temaşe kir me. Hawar ji Lîce yê ..

Karekî heja û qenc bû..

Tama jehrê jê dihat..

Li Stembolê, di salonekî piçûk de rojekî berê me fîlmekî temaşe kir. Xên jî çend cîwanan, temaşevan hemû merivên serwaxt û di derheqa zor û zulma dewletê de xwedîyên tecrûbeyan bûn, lê dîsan jî ew ji ber tesîra vê fîlmê da lerîzîyan. Ji ber ku ji Newroza par û hetanê vê rojê şer rawestîye û xwîn narije, qedir û qîmeta aşitîyê,  pêwîstîya kar û xebat ji bona vê yekê di hişê wan de teze bû.  

Fîlmekî dokumentar dît me. Hawar ji Lîce yê..

Karekî hêja û qenc bû..

Tama jehrê jê dihat..

Di 22.10.1993 de,  rojnama Cumhuriyet ê re bi telefonekê pêwendîyekî hat çêkirin. Dengekî bix, fena ku bigîre qise dikir:

‘Lice dişewite, xanîyên ku dişewitin meriv ji di têda ne, zarokan jî dikujin, li Licê xwîn û agir’.

Fena ku bigîre qise dikir û telefon hat birînê, ne nasekî bû ew. Çira telefon di cîh de hat birînê

nizanim, ji ber nuxsanîya teknikî bû, an jî ji bona ku ew digirîya û nedikarîbû qise bike. Lê dengê wî qut bûbû .

Ew salên reş û tarî, şer û xînrêjînê bûn, lewra kesî pirs nekir bisekîne deqîqeyekî; kê şewitand, kê kuşt, ji bona çi ew hatin kuştin û şewitandin? Di wan salan de ev pirsên hanê nedihatin ji   

ber bîra kesî. 

Di balafirê de bi zehmet cîhekî peyda kirin û her wusa ji kîsa rojnameya Cumhurîyet ku hizan bû çend quriş ji bona heqê rê derketin. Fecîra serê sibê de em li Dîyarbekir ê ji teyarê hatin xwar.

Emê biçûna Lice yê…

Belê di zagona esasî ya tirkîyê de dihat nivîsînê ku; hemû hemwelatî dikarin serbest li her derê bigerin. Lê di payiza sala 1993 de me dizanîbû ku ev mafê hanê li devera Licê de neyê dayîn û lewra me serî li walîyê OHAL kir û jê îzna çûyîna bajarokê kir. Walî ji me nêrîya û fena ku tiştekî gez bike kenîya, got: ‘Hûn nizanin, di welatê me da mafê serbest gerînê heye’.

Ev yeka ji zagona me ya esasî de nivîsandîye. Haya we ji vê yekê nîne?  Çi îzîn, we ew jî  ji ku anî, got. Tu kesî li me ji gotinên walî bawer nekirin,  walî jî ev yeka fêhm kir û careka din fena ku tiştekî gez bike kenîya.

Mînîbûsekî peyda kirin û heft, heşt rojnamevan lê suwar bûn, ber bi Licê ketin ser rê…

Yên ku çûne Licê dizanin, dema meriv girekî  di navbera Lice û Dîyarbekir ê derbaz dibe, wir bajarok xuya dibe û li wê derê qereqolekî heye, Mermer qereqol. Timî  yekî subay, an jî  çend

pile jor serleşkerekî li wir berpirsyare. Lê roja ku em çûbûn albayekî ev kar hildabû ser millên xwe. Fena ku ezman biqelişe wusa dibarîya baran û rêya me leşkeran birî . Di  destê leşkerekî da şemsîye û binê wê da albay kir qerî û wêrî, got hûn nikarin herin Lice yê, vegerin şûnda. Me jê re got; Hal û mesela me û ya walîyê OHAL wusaye, wî weha gotîye. Bersiva albayê  sert û tehdîtkar bû.

‘ Walî çi xi..mi ne, vegerin zû’.

Û em vegerîyan.

Dewlet ê  nedixwast kes hawarê ku ji Licê bilind dibû bibihîse. Rojnamevanan tiştekî nedîtin, tenê bihîstênên xwe eşkera kirin di vê derheqê da.

Çend roj li ser borîna vê bûyerê, serokê muxalefetê Deniz Baykal xwast here Lice. Ew ji qereqola Mermer derbaz bû lê tabûra ku li ber Lice yê de cîh bûbû, çayekî xwe vexwar û şunve zivirî. Dewletê nedixwast ew hawar û qêrîn ku li Lice yê bilind dibû kesekî bibîne û ji

wan re xwedî derkeve.

Me fîlmekî dokumentar temaşe kir. Hawar ji Lice yê..

Karekî hêja û qenc bû..

Tama jehrê jê dihat..

Derhenêrê wê fîlmê Veysî Polat e ( ev niha leşkerî  dike) her bijî jê re. Herweha sipas ji wan kesan re ku di derheqa bûyera 22. 10. 1993 da dîtinên xwe anîne ziman.

Hûn ji ya min bipirsin, rojnemevanekî wusa me ku gelek şer dîtîme û bûme mêvanê rojên teng û tarî, lêdan û zulmê. Ji şevan xewnên min birîne ev zorkeran.

Sernivîsên rojnaman ya 22.10. 1993 ê ji ber çavên min re derbaz dibin.

‘ Mehmetcik li Lice yê terorîst kuştin, fena baranê gulle rijandin li ser serê wan de. Li Lice yê nêçîrvanîya terorîstan. Terorîstên cudaxwaz êrîşê Lice yê kirin. Mehmetcik xelkê Lice yê rizgar kir. PKK Lice şewitand û general Bahtiyar Aydin kuştin’…

Meriv fedî dike ji wê zor û zulmê ku xewna dibirîne. Ji rojnemevanîyê jî.

Yên ku bê tirs û xof ji bona maf û azadîyan tekoşîn didan îro gîhiştin armancên xwe. Bûyerên ku di wê demê de li wan deran diqewimîyan bi saya xebata wan ketin rojeva dadgehan. Ev roj li Dîyarbekir ê, 5 mehkema cezayên giran de ev bûyer tê dîtinê. Mudeûmîmî di raporta xwe da dinivîse ; ‘wê demê de tu êrîşa PKK nehatîye kirin û ne jî di navbera wan û leşkeran de pevçûnek çênebûye.

Me fîlmekî dokumentar temaşe kir. Hawar ji Lice yê..

Karekî qenc û hêja..

Tama jehre jê dihat..

Gelî xwendevanên delal!

Ji min gazinc û lomên xwe nekin, ez nikarim di derheqa vê fîlmê de agehdarî bidim we. Ya baştirin ewe ku hûn werin bi xwe  herin temaşa fîlma Hawar ji Lice yê bikin.

 

Aydin Engin

 

 Werger: Suphî Aydin