Serrûpel Nûçe Hikûmeta PYD ji 22 wezîran pêk tê

Hikûmeta PYD ji 22 wezîran pêk tê

Belav bike

PYD kesên ku di hikûmetê de cih girtin, navê wan nekir wezîr, navê wan kir rêveberê beş.

Balkêşe ku di sonda Hikûmetê de na navê gotina Kurd derbas dibe ne jî gotina Kurdistan.

Qet bi gotinekê jî behsa gelê Kurd nehatiye kirin.

Behsa parastina berjewedniya gel hatiye kirin, lê nehatiye gotin çi gel.

Metna sondê

“Bi navê xwedayê mezin sond didim ku ez rêzê ji hevpeymana civakî û zagonên wê re bigirim. Ez azadî û berjewendiyên gel bi parêzim. Ewlekariya herêmên rêveberiya xweseriya demokratîk, azadiya wê û mafê xweparastina rewa biparêzim. Li ser baweriya min a bi netewa demokratîk, ji bo pêkanîna dadmendiya civakî têbikoşim.”