Serrûpel Nûçe Ji Kurdan kî beşdar dibe?

Ji Kurdan kî beşdar dibe?

Belav bike

Şanda opozîsyona Sûriyê ku ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê pêk hatiye ji 10 kesên sereke û 5 endamên yedek û gelek şêwirmendan pêk tê. Di nava endamên şanda opozîsyonê de 5 nûnerên Kurdan hene.

Li gor zanyariyên ku di malperên opozîsyonê de belav bûne, navên endamên şanda opozîsyona wiha ne:

1- Ehmed Cerb

2- Heysem Malih

3- Nezîr Hekîm

4- Ebdilhemîd Hec Derwîş

5- Mîşêl Kêlo

6- Bedir Camûs

7- Enes Ebde

8- Suhêr Etasî

9- Mihemed Husam Hafiz

10- Hadî el-Behra

11- Mihemed Sebra

12- Rîma Filêhan

13- Ehmed Çeqel

14- Ebdilhekîm Beşar

15- Îbrahîm Biro

16- Ubêda Nehas

17- Ebdilehed Sitêfo

18- Nûr el-Emîr

Li gor nûçeya malpera Kuluna Şurkaa ya opozîsyona Sûriyê, ev nav dê di di navbera şanda fermî û şanda teknîkî de parvebin. Ligel wan dê 4 kesatiyên leşkerî jî ji hundirê Sûriyê hebin.

Herwiha dibe ku navê endamê Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilezîz el-Xeyir ê ku niha di zindana rejîmê de ye, di nava navên endamên şanda danûstandinan de hebe.

Şanda kurdî ku li gor rêkeftina 24/12/2013  ya di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê de dê nûneratiya gelê Kurd li Sûriyê bike, bi serokatiya Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd Ebdilhemîd Hec Derwîş e.

Endamên şanda Kurdî pêk tên ji:

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-partî) Ebdilhekîm Beşar

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd (Îbrahîm Biro)

Endamê Serkirdatiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd (Kameran Hac Ebdo)

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-partî- bake Nesredîn Îbrahîm) Mistefa Sîno.

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-partî- bake Nesredîn Îbrahîm) Mistefa Sînor.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/syria/22012014#sthash.xWKCH2FE.dpuf

(Rûdaw)

Duyemîn kongreya çareserkirina kirîza Sûriyê ku wek Cenêv2 tê binavkirin, sibe (22.01.2014) li Swisrayê tê lidarxistin.

Di kongreyê de dê wezîrên derve yên 26 welatan, şanda opozîsona Sûriy û şanda hikûmeta Sûriyê beşdar bibin.

Li gor ku hatiye belavkirin dê şanda opozîsyonê ku ji 9 endamên serekî û 6ê yedek pêk tên û ji aliyê Hevpeymaniya NIştimnaî ya Opozîsyona Sûriyê ve hatine destnîşankirin, ev in: Ehmed Asî el-Cerba, Mîşêl Kîlo, Hemîd Hecî Derwîş (Kurd), Bedir Camûs, Enes Ebde, Suhêr el-Etasî, Nezîr el-Hekîm, Mihemed husam û Hadî el-Behre.

Herwiha endamên yedek ji Mihemed Sebre, Rîma Filêhan, Îbrahîm Biro (Kurd), Obêde Nehas, Ebulehed Stêfo û çend serkirdeyên opozîsyona çekdar pêk tê.

Li aliyê din şanda sereke ya hikûmeta Sûriyê dê bi serokatiya Wezêrî Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim be û bi endamtiya Wezêrî Ragihandinê Omran el-Zuhbî, Şêwirmenda Ragihandin û Siyasî ya Serokê Sûriyê Buseyna Şeiban,Cîgirê Wezêrî Derve Fêsel el-Miqdad, Nûnerê Sûriyê li NY Beşar el-Ceiferî, Seroka Ofîsa ragihandina Serokatiya Sûriyê Lona el-Şibil, Şêwirmendê Wezêrî Derve Ehmd Ernûs û Sekreterê Ofîsa wî Osma Elî pêk tê.

Herwiha tevî şanda sereke û yedek, dê hejmarek şêwirmendên leşkerî, dîplomatkar ligel şanda opozîsyon û hikpmetê beşdarî kongreyê bibin.

Li gor ku hatiye ragihandin jî dê di destpêkê de Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-Moon gotara destpêkê bixwîne, piştire dê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, Serokê şanda Hikûmeta Sûriyê û Serokê şanda opozîsyonê gotarên xwe bixwînin.

Di kongreyê de dê wezîrên derve yên 26 welatan beşdar bin, jibilî Îranê ku îro NY ragihand ku civîna Cenêv2 dê bêyî Îran were lidarxistin, ji ber ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê gotibû, eger Îran tevlî Cenêv2 bibe ew dê tevlî kongreyê nebin. Roja 23ê û 24ê mihê dê yekemîn xula danustanên rasterast navbera şanda hikûmet û opozîsyona Sûriyê de bi serpereştiya Nûnerê NY û Komkara Erebî li Sûriyê Exzer Îbrahîmî, dest pê bike.

Biryare di vê kongreyê de hikûmeteke veguhez bi desthilatên temam ji opozîsyon û hikûmeta Sûriyê bê pêkanîn.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/world/210120143#sthash.YH97OxVw.dpuf