Serrûpel Nûçe Bayik li dijî Cinêv-2 derket

Bayik li dijî Cinêv-2 derket

Belav bike

Berjewendiyên gelê kurd û gelê herêmî di vê helwestê de ye. Di rewşa berovajî vê de dê hem berjwendiyên gelê kurd û hem jî berjewendiyên gelê herêmê bikeve bin xetereyê. Wekê ku tê gotin bi vê Cenevreyê Sûriyeyek nû ya demokratîk nayê armanc kirin, berovajî vê hêzên modernîst kapîtalîst yên navnetewî bi vê konferansa Cenevreyê re li gorî xwe dê Sûriyeyek nû derbixin holê. Ger ku hedefa wan ya Sûriyek demokratîk, azad û bi edelet hebûya; dê hêza herî esas ya ku azadî, demokratî û edeleta Sûriyeyê esas digire, ji derveyê Cenevreyê nehiştiba. Ev rewş nîşan dide ku hêzên navnetewî li ser Sûriye û Rojhilata Navîn çi lîstik ûplanan dikin. xeberên kurdî