Serrûpel Nûçe Li Sûriyê îşkencekirina girtiyan

Li Sûriyê îşkencekirina girtiyan

Belav bike

MONTRO

 Serokê Koalisyona Hêzên Neteweyî yên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (Itîlafê) Ehmed el-Carba wêneyên ku li Sûriyeyê sûcên şer nîşan da û got: “Medyaya navneteweyî bi belgeyan îspat kir ku li Sûriyeyê li ser 11 hezar girtiyî êşkence hatiye kirin. 

Nûnerên muxalifan û yên rejîmê li ser navê aliyê xwe beşdarî Konferansa Cenevê-2 bûn. Serokê KHNŞMê Ehmed el-Carba di vekirina konferansê de xeberda û da zanîn ku li hêzên Esed li Xumsê Hajer wek teror îlan kirin û zaroka ku ewil hat kuştin jî ew bû û wiha pê de çû: “Hajer kuştiya ewil e lê ne ya dawîn e. Piştî wê Hemze hat kuştin û gelek zarokên din ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin. Şerê terorî yê Esed dawî li jiyana van zarokan anî.”

Carba dest nîşan kir ku sûriyî baş zanin ku li welatê wan berpirsyarên terorê kî ne û wiha dewam kir: 

“Gelo di nav me de kîjan ji we ku zaroka wî di nav lepê wî de can bide û dest dirêjî namûsa wî bikin dê vê yekê qebûl bike? Gelê Sûriyeyê wê hêj çiqas li ber xwe bide? We wan merivên ku digotin aştî, aştî bi xwe dît. Kujeran van merivên mesûm dikuştin û dinyayê jî li vê rewşê temaşe dikir. Em bûn miletekî cangorî û cangoriyên xwe vedişêrin. Em bi gelek derew û îftirayan re rû bi rû man. Em ji bo gel û welatê ku nûnertiya şaristaniyeke mezin dike beşdarî Konferansa Cenevê-2 bûn. Em ji bo nûnertiya wî gelê ku li dijî zalim û zordaran bi awayekî aştiyane têdikoşe û li hemberî perçebûna yekîtiya xwe disekine dikin li vê derê ne.” AA