Li gor nûçeyeke (anf) Hevserokê Giştîyê HDP’ê û Berpirsê Muzakereyan a HDP’ê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Amede ya serbixwe Leyla Zana ji bo bi serokê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin diçin Gitîgeha Tîpa F a Îmraliyê. Zana û Onder ji bo hevditina bi Ocalan re di saetên sibê de ber bi Îmraliyê ve derketin rê. Li bendê ye ku liser geşedanên Rojava, Herêma Feoderal a Kurdistanê û Cenevreyê niqaş bê meşandin. Onder û Zana piştî hevdîtinê bikin li bendê ye ku di saetên êvarî de vegerin.