Serrûpel Nûçe Kongreya Rewşenbîrên PYD têk çû (FOTO)

Kongreya Rewşenbîrên PYD têk çû (FOTO)

Belav bike
Kongre bi axaftina Salih Mislim hate vekirin.

Di vê kongreyê de ku gelek kes li bendê bûn ku hejmareke mezin ji rewşenbîr û nivîskarên Kurd beşdar bibin, lê berevajî wê yekê, çend kesên ku berê di nava PYD de ne, hinek ji wan kadirên siyasî ne, beşdar bûn.

Ji ber ku hejmara beşdaran kêm bûn, beşekî mezin ji kesên ku beşdar bûn, tu pêwendiya wan bi kar û barê rewşenbîriyê re tune bû.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di nava rewşenbîrên Kurdên Sûriyê de weke laşekî mirî tê dîtin, û tu roleke wê ya berbiçav tune ye, û rêxistineke li ser kaxezê ye, ne çalak e.

Ev kongre, ji ber ku bi serneket, weke hevdîtinekê hate hesibandin û negihişte encama ku jê dihate hêvîkirin.