Şanda di bin serokatiya xanim Roth de, ji sefîrê Almanya li Iraqê, konsolê giştî yê Almanya li Hewlêrê û hejmarek berpirsiyaran pêk hat.
Roth di hevdîtina xwe de diyar kir ku yek ji armancên serdana wê dîtina kampên penaberên Sûriyê ye li başûrê Kurdistanê û ew dixwaze ji nêzîk ve li wan guhdarî bike.
Xanim Roth her wiha spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku alîkariya penaberan kiriye.
Ji aliyê xwe ve serokwezîr behsa alîkariyên ku hikûmeta Kurdistanê ji bo penaberan pêşkêş kiriye kir û got ku pêwîstiya wan bi alîkariyên zêdetir heye, ji ber vê yekê jî ew bang li hikûmeta Iraqê û cîhanê dikin ku bibin alîkar.
Di hevdîtinê de her du alî li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de axifîn û rewşa siyasî ya Sûriyê û herêmê gotûbêj kirin
AVESTA KURD