Serrûpel Nûçe “Em dixwazin ku kurdî jîbibe zimanê fermî“

“Em dixwazin ku kurdî jîbibe zimanê fermî“

Belav bike


Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Edeneyê civîn li dar xist û hin namzedên xwe yên şaredariyê eşkere kirin. 

Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay, di civînê de axivî û got: “Em ji 25 partiyan yek in, em ê bikevin hilbijartinên herêmî û ji bo em cudatiya xwe û partiyên din bidin nîşan em ê beşdarî hilbijartinê bibin.”

Burkay got ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin “pirsgirêka kurda” ye û wiha pê de çû: “Ji ber vê pirsgirêkê gelek bedel hat dayîn. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe divê pergaleke Ademî Merkezî bê sazkirin. Pirsgirêka kurdan dê li ser bingeha wekheviyê çareser bibe. Ji bilî vê em dixwazin ku kurdî jî wek tirkî bibe zimanê fermî. Em vê diparêzin. Her wiha em dixwazin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerde bi zimanê dayikê bê dayîn.” (AA)