Serrûpel Nûçe “Îtîfaqa CHP-BDP derew e“

“Îtîfaqa CHP-BDP derew e“

Belav bike

Parlamenterê BDP’ê Sirri Sakik daxuyaniyek nivîskî da û  diyar kir ku nûçeya bi ser navê ‘îtîfaqa CHP-BDP’ê’ ya di rojnameya Takvîmê de hatiye veşandin rastiyê îfade nake.

Sakik der barê hevdîtina bi CHP’ê re kirine wiha got: “Roja sêşemê piştî civîna kome meclisê di korîdora TBMM’ê de bi tesadufî em hatin hemberî hev û birêz Kiliçdaroglu ji ber rêzdariyê ez û Ahmet Turk vexwendiyê çayê kirin. Ev hevdîtineke kesaneye. Ji bilî vê tu wateya siyasî lê nehat barkirin.  Îtîfaqa hilbijartinê jî têde tu rojeveke siyasî nehatiye axaftin.” Xeberên Kurdî