Serrûpel Nûçe Vî endamê MIT di nava PKK de çi dikir?

Vî endamê MIT di nava PKK de çi dikir?

Belav bike

Li gorî medyaya Tirkiyê, sala 2011an kesê bi navê A.S li bajarê Stenbolê di çarçoveya operasyonên li dijî terorê de hatibû girtin.

A.S bi tohmeta endamtiya PKKê, her wiha têkdana milkên giştî hatibû girtin. Li gorî dadgehê sûcê wî ew bû ku di çalakî û xwepêşandanên ku salên 2009 û 2010an ji aliyê PKKê ve hatine lidarxistin, beşdar bûye.

Li gorî agahiyn, tohmetbar A.S di rûniştina dadgehê de gotiye, ew ji sala 2008an ji MÎT û asayişê re kar dike û ji wan ferman wergirtiye.

Ji ber vê yekê, dadgehê ji MÎT û asayişê rastî û nerastiya wan agahiyan xwast, li hember de MÎTê bersiva dadgehê da û ragihand, A.S di gellek çalakiyan de wek muxbir hatiye bikaranîn û gotinên A.S piştrast kir lê asayişê bersiva dadgehê neda.

li ser vê bingehê, dadgehê dosyeya A.S şand ber destê dozgeriyê, dozgeriyê jî ragihand ku divê A.S were cezakirin lê dadgehê ew berda û biryar da darizandina wî bidome.

Li gorî qanûna herî dawî li Tirkiyê, her endam û berpirsekî MÎTê divê bi destûra Serokwezîrê Tirkiyê bê lêpirsînkirin yan jî darizandin. Rûdaw