Raporta di bin “Zarok û çerê çekdarî li Sûriyê” de, beşda wan grûpan dike ku sîlehan davêjin ser milê zarokan û wan gelekî xerab di şer de bi kar tînin dike.
Raportê her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku hêzên rêjîma Sûriyê zarokan digire û wan gelekî giran îşkence dike.
Di raportê de bêyî ku navê YPG-PYD were ziman behsa wan dike û dibêje: Zarokên biçûk di nava grûpên çekdar yên kurdî yê çalak de, li bakurê Sûriyê (rojavayê Kurdistanê) bûne esker û gelekî xerab hatine bi kar anîn.
Raport her wiha diyar dike ku grûpên çekdar yên weke Cebhet El Nusra, DAIŞ û Şebîheyên Sûriyê jî zarok di nava xwe de kirine esker.
(AVESTA KURD)