Serrûpel Nûçe “PYD dixwaze bi tenê rojava hukum bike”

“PYD dixwaze bi tenê rojava hukum bike”

Belav bike

PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Cizîrê”, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Kobanî, pêr (27.01.2014) li bajarê Kobanî ragihandine.

Sekretariya Giştî ya (ENKS) Duh (28.01.2014) Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.

Di vicînê de ENKSê pirsa beşdariya hin endamên wê ku tevlî rêveberiyên PYDê bûne, gotûbêj kir.

Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin.

Herwih ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku “PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike”.

Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya “Kantona Efrînê” jî îro bê ragihandin.

Berî niha jî Nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongreya Cenêv2 de, di daxuyaniyekê de bo Rûdawê ragihand ku PYDê bi ragihandina van Kantonan dixwaze helwêsta nûnerên Kurd li Cenêv2 qels bike. (Rûdaw)

Encûmena Niştimnaî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) helwêsta xwe himberî ragihandina rêveberiyên xweseriya demokratîk, ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê tên ragihandin, herwiha ew endamên ENKSê yên nav wan rêveberiyan de, aşkere kir.

PYDê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Cizîrê”, di 21ê vê mehê de li bajarê Amûdê, û Rêveberiya Xweseriya Demokratî a “Kantona Kobanî, pêr (27.01.2014) li bajarê Kobanî ragihandine.

Sekretariya Giştî ya (ENKS) Doh (28.01.2014) Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.

Di vicînê de ENKSê pirsa beşdariya hin endamên wê ku tevlî rêveberiyên PYDê bûne, gotûbêj kir.

Di vê derbarê de Sekretariya Giştî ya ENKSê ragihand ku wê biryar da ku her du partiyê Çep û Serokê Encûmena cî bi cîkar ya rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, êdî tevlî civînên ENKSê nebin.

Herwih ENKSê di civîna xwe de tekez kir ku ew tevlî Kantonên PYDê nabe, herwih ew îtîrafê jî bi wan Kantonan nake, ji ber ku “PYDê dixwaze bi tenê Rojavayê Kurdistanê hikum bike”.

Çavlirê ye ku Rêveberiya Xweserî ya “Kantona Efrînê” jî îro bê ragihandin.

Berî niha jî Nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongreya Cenêv2 de, di daxuyaniyekê de bo Rûdawê ragihand ku PYDê bi ragihandina van Kantonan dixwaze helwêsta nûnerên Kurd li Cenêv2 qels bike.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290120141#sthash.l7kPgXXa.dpuf