Sedema avêtina Welîd Şêxo, li gor ku Partiya Azadî di daxuyaniya xwe de dibêje ew bûye ku ew ji rêbaz û xeta partiyê derketiye û di karûbarê tevgerên xwe de pêwendî partiya xwe nemaye.
Di civîna rewşenbîra de ku berî çend rojan li Almanya bajarê Bielefeldê çêbû, Welîd Şêxo weke cîgirê serokê Yekîtiya Reşenbîran, ku weke rewşenbîrên nêzîkî PYD têne naskirin, hatibû hilbijartin.
Hinek jêderên nêzîkî her du aliyan dibêjin, di vê dema dawiyê de Welîd Şêxo xwe nêzîkî PYD kiribû, ku ew û AZADÎ dijberî hev in, ji ber wê yekê jî AZADÎ ew ji partiyê avêtiye.
Welîd Şêxo, yek ji siyasetvanên çalak bû li Ewropa.
Ji aliyê xwe ve Welîd Şêxo di daxuyaniyekê de rexneyên tund li serokatiya Partiya Azadî kir û got ku ew ji gel dûr in û hinek daxuyaniyên wan yên ne aqilane bûne sedema gelek tevlîheviyan.