Serrûpel Nûçe Kinyazê Îbrahîm bû Dersdarê Emekdar ê Kazakistanê

Kinyazê Îbrahîm bû Dersdarê Emekdar ê Kazakistanê

Belav bike

Ji bo yadkirina 85 saliya avakirina Zanîngeha Abayê, bi beşdariya gelek akademisyen, profesor, zanyar, dersdarên bilind û siyasetmedaran merasîmeke xelatdayînê hate lidarxistin. Abay sala 1928ê tê avakirin û tevî ku kevintirîn zanîngeha welêt e, her wiha yek ji mezintirîn dezgeha perwerdehiyê ye jî.

Di merasîmê de Akademîsyen, Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm jî hate xelatkirin. Şayanê gotinê ye ku xelata hate dayîn, cara yekem e li seranserê Kazakistanê layîqê kurdekî tê dîtin.

Xelatdayîn bi pêşengiya Wezareta Perwerdehiyê hate lidarxistin. Wezaret ji bo keda wan bişikirîne her sal xelatek dide dersdar, akademisyen ango profesorên ku salên demdirêj xizmeta gel û welêt dikin. Di merasîmê de gelek nûnerên kazax, rûs û kurdan jî hebûn.

Wezaretê xelata îsal da Kinyazê Îbrahîm. Sedema xelatdayînê jî ew e ku kesên ev xelat werdigirin, di warê zanistî, pedagojik û ramyarî de xizmeta komarê kirine. Xelat her sal bi navê ‘Dersdarê Emekdar ê Dewleta Kazakistanê’ tê dayîn. Xelat li ser navê ‘Îbray Altinsarîn’ tê belavkirin. Jixwe li ser madalyaya nirxdar portreyê Altinsarîn heye.

Îbray ango Îbrahîm Altinsarîn (1841-1889) di sedsala 19an de jiyaye. Di warê perwerdehiyê de di nav kazaxan de wekî kesê sereke tê naskirin. Altinsarînê nivîskar û helbestvan, bingeha Edebiyata Kazakistanê avêtiye û bi navê ‘Bavê Edebiyata Zarokên Kazakistanê’ jî tê naskirin.

Xelat piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê bi navê Îbray Altinsarîn tê belavkirin. Lê di dema Yekitiya Sovyetê de ev xelat bi navê ‘Dersdarê Emekdar ê Kazakistanê’ dihate dayîn. Piştî rûxandina rejîma Sosyalîst, dewleta Kazakistanê navê Altinsarîn danî ser xelatê. Her sal mirovek dibe xwediyê vê xelatê.

Nûnerê me Kinyazê Îbrahîm di 20 salên dawî de gelek xelatên mezin ên dewletê wergirtine. Sala 1998ê, Serokomarê Kazakistanê Nazarbayev Xelata ‘Hurmet’pêşkêşî wî dike. Sala 1999ê, Madalyaya Lomonosov distîne. Li Moskovayê payeya ‘Akademîk’ werdigire. Sala 2002yê di warê ilme perwerdehiyê de careke din xelat werdigire. Her wiha ew ji hêla Serokomar ve bi Madalyaya Zêrîn a Asambleya Gelên Kazakistanê hatiye xelatkirin. Nazarbayev sala 2010ê xelata ‘Xebatkarê Navdar ê Kazakistanê’ pêşkêşî Kinyazê Îbrahîm dike.

Nûnerê me Kinyazê Îbrahîmê rojhilatnas û akademisyen, serokê Kurdên Kazakistanê ye û li Zanîngeha Abayê Serokê Navenda Zimanên Dinyayê ye. Piştî şerê Qerebaxê terka Ermenistanê kiriye û ji sala 1990î ve li Alma Atayê dijî. Li Erîvanê, li Zanîngeha Xaçatûr Abovyanê Serokatiya Beşê Ziman û Edebiyata Azeriyan kiriye. Îbrahîm bi 6 zimanan dizane û heta niha nêzîkî 20 pirtûkên wî hatine weşandin.

Em wekî Birêveberiya Navenda PEN-a Kurd, ji bo xebatên wî yên hêja û xelata wî ya dawî ya bi navê ‘Dersdarê Emekdar ê Dewleta Kazakistanê’ Kinyazê Îbrahîm pîroz û bimbarek dikin, emrekî dirêj û xweşbextiyê jê re dixwazin.

Navenda PEN-a Kurd
Komîteya Birêveberiya Giştî
21.01.2014