Serrûpel Nûçe Li ser şanda Kurd li Cinêv û PYD dinivisîne

Li ser şanda Kurd li Cinêv û PYD dinivisîne

Belav bike

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku niha 3 kanton li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye, beşdarî wê civînê nebû lê partiyên din ên Rojava bêyî ku bihustek xaka wan li Rojava hebe bi navê hemû kurdan bilez û bez kerem kirin çûn, encama wê jî ew bû ku di qumara Cenêvê de ne derdan ne jî birin.
 

Yên ku di Cenêvê de birin Beşar Esed û dewleta Îranê bû. Diviya Îranê xelata zilamê salê bide Ban Kî Moon ku ew vexwandibûn kongrê, ji ber ku beşdariya Îranê di wê kongrê de xefikek bû ku jê re hatibû danîn û cenabê Ban zehmeta teqandina wê kişand.
 

Eger Îran tevlî Cenêv2 biba diviya Cenêv1 jî qebûl kiriba û îmze kiriba û li gorî wê hêzên Îranê û şêwirmendên serbazî yên wî welatî ji Sûriyê derketiban û Îranê jî cardin çek ji hikûmeta Esed re neşandiba.
 

Ji Esed re jî, tiştên ku bi bombe û balafir û çekên kîmyayî bidest neket, li ser maseya qumara Cenêvê pêk hat. Di wê qumarê de opozîsyonê dest ji serhişkiyên xwe berda û têgihîşt ku li Sûriyê “bêyî serok Esed jiyan nabe!”
 

Rast e niha li Rojavayê Kurdistanê PYD tekrewiyê dike û gellek têbînî li ser “hikûmeta wê ya xweser” heye lê ew partî ji partiyên din zêdetir hêjayî beşdarbûna qumara Cenêvê bû.
 

Xortekî Rojavayî ji min re got, sekreterê yek ji partiyên ku xwe wek hevrikê PYDê dizane, li Hewlêrê restoraneke şahane çêkiriye. Digot, her kes li cihê mamosta be mijûlî restorana xwe dibe û dev ji Rojava berdide, her wiha niha kempên penaberên Rojava li Başûr her yek ji wan bûye Rojavayek biçûk lê partiyên hotêlnişîn ên ku li Hewlêr û Silêmaniye û Dihokê derbas dikin,  nikarin heta dilê wan jî razî bikin.
 

Ji ber wê jî vegera destvala ya şanda kurd ji Cenêvê normal e. Ev qumar e û qumar jî bi berîka vala nayê kirin. (ji Rûdaw)

Yên ku dibêjin kurd ji civîna Cenêv2 destvala vedigere, xelet hizir dikim, çimkî kurd di wê kongrê de qumarbazekî wisa ye ku lîreyek jî di berîkê de nîne heta em li benda birinê bin.

 

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku niha 3 kanton li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye, beşdarî wê civînê nebû lê partiyên din ên Rojava bêyî ku bihustek xaka wan li Rojava hebe bi navê hemû kurdan bilez û bez kerem kirin çûn, encama wê jî ew bû ku di qumara Cenêvê de ne derdan ne jî birin.

 

Yên ku di Cenêvê de birin Beşar Esed û dewleta Îranê bû. Diviya Îranê xelata zilamê salê bide Ban Kî Moon ku ew vexwandibûn kongrê, ji ber ku beşdariya Îranê di wê kongrê de xefikek bû ku jê re hatibû danîn û cenabê Ban zehmeta teqandina wê kişand.

 

Eger Îran tevlî Cenêv2 biba diviya Cenêv1 jî qebûl kiriba û îmze kiriba û li gorî wê hêzên Îranê û şêwirmendên serbazî yên wî welatî ji Sûriyê derketiban û Îranê jî cardin çek ji hikûmeta Esed re neşandiba.

 

Ji Esed re jî, tiştên ku bi bombe û balafir û çekên kîmyayî bidest neket, li ser maseya qumara Cenêvê pêk hat. Di wê qumarê de opozîsyonê dest ji serhişkiyên xwe berda û têgihîşt ku li Sûriyê “bêyî serok Esed jiyan nabe!”

 

Rast e niha li Rojavayê Kurdistanê PYD tekrewiyê dike û gellek têbînî li ser “hikûmeta wê ya xweser” heye lê ew partî ji partiyên din zêdetir hêjayî beşdarbûna qumara Cenêvê bû.

 

Xortekî Rojavayî ji min re got, sekreterê yek ji partiyên ku xwe wek hevrikê PYDê dizane, li Hewlêrê restoraneke şahane çêkiriye. Digot, her kes li cihê mamosta be mijûlî restorana xwe dibe û dev ji Rojava berdide, her wiha niha kempên penaberên Rojava li Başûr her yek ji wan bûye Rojavayek biçûk lê partiyên hotêlnişîn ên ku li Hewlêr û Silêmaniye û Dihokê derbas dikin,  nikarin heta dilê wan jî razî bikin.

 

Ji ber wê jî vegera destvala ya şanda kurd ji Cenêvê normal e. Ev qumar e û qumar jî bi berîka vala nayê kirin.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/opinion/280120141#sthash.2A4MRraz.dpuf