Serrûpel Nûçe Behsa siyasa PDK-AKP dike

Behsa siyasa PDK-AKP dike

Belav bike


Bayik ji Rûşen Çakir ê ji rojnameya Vatanê re axivî û di mijarên nuqteya heyî ya pêvajoya çareseriyê, kongreya neteweyî û Rojava de, daxuyanî da.

Der heqê pirseke li ser vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê de Bayik got, “Vekişîn bi pêşketinan ve girêdayî ye. Ez niha tiştekî nabêjim; emê vekişin an venekişin. Me ev yek bi awayekî zelal ji raya giştî re gotin: Eger çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dewam neke, muzakere dewam neke, emê hêzên xwe yên vekişiyane li Bakur vegerînin. Hînê jî di heman nêrînê de me. Divê bi me re, bi Rêberê me re, bi tevgera me re, bi gelê me re lîstik neyê lîstin. Pêwîste ji hewldanên me yên erênî yên ji bo çareseriyê, bersiveke neyînî neyê dayîn. Eger bersiveke neyînî bê dayîn, bêguman emê hêzên xwe yên vekişiyane, ji nû ve vegerînin.”

Bayik da xuyakirin, ku rewşa bêbersivmayîna hikûmeta AKP’ê li pêşberî tevgera wan, tê wateya bersiveke neyînî û got, “Tuyê ewçend erênî bifikire, zehmetiyan li dij bikar nîne, bi berpirsyarî rabe, bi awayekî yekalî hewl bide çareseriyê pêk bîne; sînorê vê yekê heye, jê wêdetir nîne. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku bi awayekî yekalî pirsgirêk çareser bûye. Eger pirsgirêkek hebe, aliyên wê hene. Pirsgirêk jî bi aliyan re çareser dibe. Bi yekalî çareser nabe. Em li nêzîkatiya AKP’ê binêrin: Dibêje pirsgirêk heye û ezê çareser bikim. Tu aliyekî cidî negire û ji nedîtî ve were, gelo tuyê çawa pirsgirêkê çareser bike? Eger hikûmet dixwaze pirsgirêkê çareser bike, hingî divê civakê ji vê re amade bike. Eger bixwaze amade bike, dikare amade bike. Ji xwe di raporên mirovên aqilmend de jî xuya kir ku beşeke mezin a civakê çareseriyê dixwaze. Hikûmet dikare bi hêsanî raya giştî amade bike. Eger hinekî şert û mercên Rêber Apo sererast bike, Rêber Apo jî dikare hîn bêtir civakê amade bike. Di vî warî de jî guhertinan nake. Ew bi xwe jî di vî warî de tiştekî nake. Civak jî dixwaze, di vê rewşê de kî naxwaze? AKP, Erdogan. Ji bilî vê kî çareseriya pirsgirêkê asteng diek? Bêguman hêzên navneteweyî hene. Nayê hesabê wan jî.”

KONGREYA NETEWEYÎ BI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI ROJAVA VE GIRÊDAYÎ YE

Bayik di mijara Kongreya Neteweyî de nirxandin kir û anî ziman ku di rewşa heyî de pêkhatina kongreyê bi çareseriya pirsgirêkên li Rojava ve girêdayî ye. Bayik da xuyakirin ku eger ji bo ji bo fetisandina şoreşa rojava, têkbirina çareseriya pirsgirêkên li Rojava bi gelek hêzan re peyman were morkirin, hingî kongreya neteweyî ne gengaze pêk were û got, “Ji bo pêkhatina kongre yan jî konferansa neteweyî, divê tu hurmetê nîşanî şoreş, berxwedan û vîna li Rojava bide. Divê tu parçe neke. Aliyek ambargoyê deyne, di nava êrîşan de cih bigire, gelo wê çawa karibe kongreya neteweyî lidar bixe. Em dixwazin bi kongreya neteweyî re pirsgirêkên navbera Kurdan çareser bibe.”

Bayik ragihand ku polîtîkayên PDK’ê yên li herêmê bi Enqereyê re di rewşeke koordîneyî de tê meşandin û got, “Hem polîtîkayên wan ên herêmê bi koordîne ye hem jî berjewendiyên wan ên aboriyê hene. Yê ku hemû polîtîkayan diyar dike, berjewendiyên aboriyê ne. Di navbera PDK û AKP’ê de peymanên aboriyê heye ku buhayên wan digihêje mîlyaran. Ev peymanên mijara gotinê hemû polîtîkayan diyar dikin. Petrol, gaz, şîrketên hevpar, firotina petrola qaçax.”

SÛRIYE JI BO HER KESÎ STRATEJÎK E

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku mijara Sûriyeyê ji bo hemû hêzan mijareke stratejîk e, navendeke û destnîşan kir yên Sûriyeyê qezenç bikin ewê karibin xwe li Rojhilata Navîn bicih bikin. Bayik di dewama axaftina xwe de got, “Sûriye ji aliyekî ve mîna marketa Rojhilata Navîn e. Navenda nakokî û pevçûnên li Rojhilata Navîn e. Bala xwe bidinê, El Qaîdeyê Sûriye ji xwe re weke navendekê hilbijartiye. Ji ber vê yekê ji derve ji hemû welatan milîtanan tîne. Bi pere mirovên cuda tîne. Bi bicihkirina hêza xwe li wê derê re dixwaze Sûriyeyê bi dest bixe. Dixwaze wê derê ji xwe re bike navend û li ser gelemperiya Rojhilata Navîn serdest bibe. Stratejiyeke wiha dişopîne. Weke ku tê zanîn El Qaîde dibêje ew Îslama Sunnî dipejirîne. Îslam Şîa jî heye. Vê jî Sûriye ji xwe re weke navend hilbijartiye. Îslama Şîa jî dixwaze bi wergirtina encamekê ji Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn serdest bibe û armancên xwe bi cih bîne. Ji bo Amerîka û Rûsya, Tirkiye û Kurdan de jî Sûriye navendeke. Amerîka dixwaze şerê xwe yê li Afganîstanê destpê kir û li Tûnisê dewam kir, li Sûriyeyê bi encam bike. Ji ber ku Sûriye li herêma Ereb welatê herî dawî ye. Li gorî encamên ji wê derê derkeve, wê Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Eger ji Sûriyeyê encamê negire, wê şerê wê bê encam bimîne, berevajî bibe. Ji bo Rûsyayê jî ji xwe qeleheke. Eger Sûriyeyê winda bike wê hemû berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn wihda bike. Ji bo Tirkiyeyê jî ji xwe navendeke. Ji ber ku polîtîkayên wê yên der heqê Sûriyeyê de heta îro bê encam mane, pirsgirêkan dijî. Dîsa ji bo Kurdan ew der navendeke. Qezençkirin an jî windakirina Kurdan li wê derê wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Ji xwe ji ber vê yekê hemû hêz li Sûriyeyê şer dikin.” anf